Etarên dawî yên Qamişloyê!

Nûçeyên Jiyan/Civak

Sêşem 9 Gulan 2023 - 15:33

SÎMA BIROKÊ / ANHA / QAMIŞLO

Mezinbûna bajaran, bazirganiyê û bazarên qelebalix etartî tine kirine. Li bajarê Qamişloyê heta beriya çendekê, jî hem li kolanên bajêr hem jî li gundan hejmarek diyar a etaran hebû, niha tenê çendek mane. 

Mihemed Emîn Ebdulhemîd Hac Elî yek ji van çend kesan e. Hac Elî sala 1960`î li taxa Hilêliyê ya Qamişlo ji dayik bûye û ji sala 1984`an ve etartiyê dike. Li Hilêliyê ku wê demê gund bû, ew hînî vî karî baûye. Esas ew ji bavê xwe hîn bûye. Hac Elî di nava gel de wekî “Bavê Rêzan” tê nasîn; destpêkê etartî bi erebokên ji texte, kiriye. Niha jî bi motorê 3 teker karê xwe didomîne. Berê hem li nava bajêr, hem jî li gundan digeriya, lê niha tenê li taxên qeraxa bajar digere û alavên paqijiyê, şûştin, alavên xwarin û vexwarinê yên malê difiroşe.

Tevahiya Qamişloyê wî nas dike

Bavê Rêzan ev 39 sal in vî karî dike û pê 8 zarok xwedî kirine. Kurê wî Rêzan Hac Elî jî hînî vî karî bûye. Niha ew li aliyekî bajêr, kurê wî jî li aliyê din karê xwe dikin. 

Wan têkiliyek baş li gel xelkê çêkiriye û xelk taxan wan nas dikin û hez ji wan dikin. Li her taxê cihên rawestîna wan diyar e û xelkê taxê jî van deran nas dikin; li gorî demsal, roj û saetan etar û şênî hev pêşwazî dikin. 

Mihemed Emîn dibêje, wî bi xelkê re pêwendiyek gelekî baş ava kiriye û hîn didomîne.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.