Eslê wî ne xema wî ye
Yekşem 27 Tebax 2023 - 16:19
Wezîrê Tenduristiyê yê dewleta Tirk, dr. Fahrettin Koca, yek ji wan wezîrên rejîmê ye ku bi eslê xwe Kurd e. Wî pêr di ser hesabê xwe yê Twitterê re da zanîn ku sîstema reçeteyên (dermannameyên) elektronîk (E-Reçetem) bi 5 zimanan hatiye amadekirin. Sîstem ji xwe bi Tirkî hebû. Ev 5 ziman kîjan in gelo: Wezîrê bi eslê xwe Kurd mizgînî daye kesên bi Ingilîzî, Elmanî, Erebî, Fransî û Rûsî dipeyivin. Û di dawiyê de jî gotiye, li ser xêrê be.
Li ser xêrê be, lê qet nebe tu “bi eslê xwe” Kurd bûyî, te mizgîniyek bidana ew kesên ku eslê te ji wan bû! Ti ne! Tevî nerazîbûn û şiroveyên bi vî rengî, deng jê derneket. Jixwe di dema pandemiyê de jî Neteweyên Yekbûyî bi Kurdî hişyarî amade kirin, lê dewleta Tirk û wezîrê wê yê “bi eslê xwe Kurd” amade nekirin.
ENQERE