Esker dest avêt zaroka 10 salî
Pêncşem 16 Tîrmeh 2020 - 15:33
- Li Şirnexê, çawişekî pispor ê Tirk hewl da dest biavêje zarokeke 10 salî û ji aliyê gel ve hate girtin.
Li navenda bajarê Şirnexê, çawişekî pispor ê Tirk pêr li sîteyekê hewl da dest biavêje zarokeke 10 salî.
Şêniyên li herêmê ku bi qîrîna zaroka biçûk hesiyan, çawişê pispor girtin. Komekê li navenda bajêr bûyer rûreş kirin. Ciwanekî ji Şirnexê ragihand ku berpirsê polîsan ji wan re gotiye bûyer rast e, dîmen di destê wan de heye û tişta hewce wê bikin.
Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Nûran Îmîr jî got, ”Em ê paşeroja xwe ji tacizkaran re nehêlin. Çawişekî pispor li sîteya Şaranlar a Şirnexê hewl da dest biavêje zarokeke 10 salî. Şahidan bûyer piştrast kirin. Divê dadgerî tavilê ya pêwîst bike. Em ê ti carî dest ji bûyerê bernedin.”
NAVENDA NÛÇEYAN