Êşkenceyê li girtî û malbatan dikin

Çarşem 7 Îlon 2022 - 02:33

Malbatên girtiyan dibêjin, sepanên li ser girtîgehan, polîtîkayên dewletê yên bizanebûn in: “Dewlet ji bo ku tahdeyê li malbatan bike, çi ji destê wê tê dike. Di demên dawî de girtî bi destê dewletê tên qetilkirin.” 

Li gelek girtîgehan li dijî zext û binpêkirina mafan grevên birçîbûnê didomin û rayedar, van binpêkirinên mafan bi bêdengiyê erê dikin. Herî zêde mafê tenduristiyê tê binpêkirin. Li gorî agahiyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) herî kêm 651 nexweşên giran di hepsan de ne. Hejmara girtiyên nexweş bi giştî hezar û 517 e.  

Xwîşka girtî Metîn Dûman, Cazîye Dûman dibêje, birayê wê li Girtîgeha Tîpa F ya Ewlehiya Bilind a Wanê ev 7 meh in tê ragirtin û li gel gelek binpêkirina mafên girtiyan, malbatên ku diçin serdana wan jî bi lêgerînê, bi gelek muameleyên xirab re rûbirû bidin: “Zêdebûna binpêkirina mafan di girtîgehan de nîşan dide bê ka desthilat di mijara mafên mirovan û demokrasiyê de çiqas lawaz bûye. Girtiyên ku di demên dawî de canê xwe ji dest didin, esas bi destê dewletê hatine qetilkirin. Em dizanin ku qetilkirina gelek girtiyan piştî îşkenceyê pêk tê.”

 

Ji dermanan re jî edalet nîne

Ozlem Alkan jî keça Îbrahîm Alkan e. Ew di Girtîgeha Tîpa T ya Ewlehiya Bilind a Wanê de tevî nexweşiyên xwe yên kronîk ev 5 sal in tê ragirtin. Ozlem Alkan dibêje, nexweşiyên bavê wê yên giran hene: “Rewşa girtîgeha li holê ye. Nexweşiyên bavê min ên şekir, tansiyon û kolesterolê hene. Ji ber van divê birêkûpêk dermanan bixwe. Bavê min beriya bi 3 mehan anjiyo bû û divê mehekê bi şûn ve biçûya kontrolê, lê rêveberiya girtîgehê hê jî ew nebiriye kontrolê. Hemû miracaetên me yên ji bo ku bavê min bibin nexweşxaneyê jî bêbersiv man. Mixabin em li welatekî ne ku lê edaletê ji bo dermanan jî nîne. Ma heger edalet hebûya dê wisa muamele li girtiyan bikirana.”

 

Ev 5 sal in kurê xwe nabîne

Emîne Demîragaç, dayika Malîk Demîragaç e. Kurê wê di Girtîgeha Tîpa T ya Hejmara 2’yan a Bandirmayê de tê ragirtin. ew dibêje, kurê wê li Midûriyeta Polêsan a Wanê, bi rojan di bi êşkenceyê de maye. Dayik anî ziman kurê wê beriya bi 5 salan ji Girtîgeha Tîpa T ya Ewlehiya Bilind a Wanê sewqî Girtîgeha Tîpa T ya Hejmara 2’ya a Bandirmayê kirine û bi zanebûn sewqî kurê wê sewqî girtîgehên dûr dikin: “Dewlet ji bo ku tahdeyê li malbatan bike çi ji destê wê tê dike. Ji bo ku em zarokên xwe nebînîn wan sirgûnî cihên dûr dikin. Ev sepaneke dijmirovahiyê ye. Ne tenê em, bi hezaran malbat wekî me tên mexdûrkirin. Divê binpêkirinên mafan ên li girtîgehan de demildest bên bidawîkirin.” 

MA/WAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.