Mehmet Siraç Aslan (22) ê li zindana Aksarayê tîpa Tʼyê girtî ye, tevî ku cezayê danê di Cotmeha 2020'î de qediya ye jî nayê berdan û hat ragihandin ku êşkence lê tê kirin. Aslan pêr bi rêya telefonê bi malbata xwe re axivî û qala binpêkirina mafê mirovan a li girtîgehê kir. Birayê Aslan, Serkan Aslan diyar kir ku kekê wî xistine hucreya yek kesî.
Girtî Aslan got, "Bê sedem timî cezayê hucreyê li min dibirin. Hefteya derbasbûyî nehiştin ez bi telefonê biaxivim û min nebirin revîrê. Min nerazîbûna xwe ya ji vê bi jilêt avêtina destê xwe nîşan da. Li ser vê min birin revîrê û li wir gardiyanê sereke li pêş çavê tixtor li min xist. Bêvila min şikand û çavê min ê rastê werimand. Hîn jî li ser bedena min şopên lêdanê hene. Psîkolojiya min xera bû. Ji bo ez rapora lêdanê negirim min nabin nexweşxaneyê. Ne cara yekê ye ku li min dixin."
Serkan Aslan diyar kir ku cezayê kekê wî qediya ye, lê tevî vê yekê jî nayê berdan, û timî cezayê lê tê birîn.
NAVENDA NÛÇEYAN