• Nimûneyeke êşkenceya çeteyan: Çar rojan êşkence li min kirin. Her roj qederê 2 saetan êşkence li min kirin. Tê bîra min ku gava laşê min şewitandin, ez ji ser hişê xwe çûm. Wan ez avêtim ber devê deriyê me yê mala me ya li gund. Piştî bi hefteyekê wan ez careke din revandim. Heta malbata min pere dan wan, wan ez bernedam. 

Rêxistina Sûriyeyiyên ji bo Heqîqet û Edaletê (STJ) di nava sala 2022'yan de bi 62 şahidan re peyivîn û rastiya li herêmên dewleta Tirk sala 2019'an li Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirin, eşkere raxist ber çavan: Êşkence li herêmên dagirkirî amûreke zilmê û jicihûwarkirina bi darê zorê ye.

Rapora ku STJ'ê eşkere kiriye, li ser bûyerên êşkenceyê yên li Serêkaniyê û Girê Spî hatiye avakirin. STJ'ê sala 2021'ê jî ji bo piştgirtiya nexasim jî mexdûrên dagirkeriya dewleta Tirk a bakurê Sûriyê rapor weşandibû. Hingê bi 40 şahidiyan wê di bin sernavê “Girtina kêfî û êşkence li Bakurrojavayê Sûriyê Siyaseta Zilmê ya Sîstematîk e” îşaret bi wê yekê kiribû ku dewleta Tirk a dagirker û komên wê yên çete, êşkenceyê sîstematîk li dijî xelkê deverê bi kar tînin. 

Di rapora nû de, 62 şahid dikin ku em zanibin, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êşkenceyê bi van awayên li jêr li xẹlkê dikin: Derbên li ser û rûyê mirovan, pehîn, lêdana bi dar û çoyan, bi kabloyan qemçîkirin, elektrîk dana laşê mirovan, bi çixareyan şewitandina laşê mirovan û rêbaza êşkenceyê el-Şabeh yanî bi awayekî tazî daliqandina mirovan û wiha lêdana wan.

 

Pirraniya êşkencê li Kurdan tê kirin

Li gorî raporê eşkere li ber çavan e ku êşkence nexasim li dijî Kurdan tê bikaranîn. Tevî ku niha serjimara Kurdan li van her du navçeyan kêm e jî, ji 62 mexdûr û meqtûlan 46 Kurd in, 16'ê mayî jî Ereb in. Temamê komên çete yên ser bi dagirkeriya dewleta Tirk a li van navçeyan êşkence kirine, lê koma bi navê el-Hamza ji 20'an ji van bûyerên êşkenceyê berpirsiyar e, koma Tirkmen Sultan Murad ji 12 bûyerên êşkenceyê berpirsiyar e û koma Mu’tasim herî kêm ji 8 bûyerên êşkenceyê berpirsiyar e. Ev kes bi hevkariya bi Rêveberiya Xweser a bakur û Rojhilatê Sûrî re hatine gunehbarkirin. 

Belkî wê ne şaş be em li vir bi bîr bixin ku Rêxistina Çavdêriya Mafê Mirovan HRW'ê dabû zanîn ku dewleta Tirk 63 welatiyên Sûrî ji Bakurrojhilatê Sûrî birine Tirkiyeyê ji bo dadgehkirinê û ev kes bi tohmetên giran tên sûcdarkirin û dibe ku cezayê hepsa heta heta yê li wan bê birrîn.   

Adara 2022'yan STJ û Synergy Associationê belge kiribû ku piştî dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî, 120 mirov hatine windakirin li deverên dagirkirî.

 

Hiqûq navneteweyî ji bo edaletê

Rapor behsa perspektîfa hiqûqa navneteweyî ya di vê zilmê de jî dike û dibêje, tevî ku bi miracaeta Kanada û Holandayê Dîwana Edaletê ya Navneteweyî (ICJ) li dijî rejîma Sûrî ji ber binpêkirina Peymana li dijî Êşkenceyê, lêpirsîn daye destpêkirin, lê li deverên ku dewleta Tirk dagir kirine, mexdûrên êşkence û zilma dagirkeran ji mafê xwe yê sereke yê ku hiqûqa navneteweyî parastina wê misoger dike, bêpar in. Di vê çarçoveyê de ev qismê li jêr ê raporê muhim e: 

“Binpêkirinên di vê raporê û di gelek raporên din de, têra xwe zelal dikin ku êşkence û miameleya neinsanî ya bi destê van komên çekdar de ne bûyerên munferîd in û berevajî vê, ew beşek in ji siyaseteke sîstematîk û berfereh a li dijî komeke diyar a etnîk, yanî li dijî Kurdan e û armanca wê zilm e.”

Ji ber vê yekê rapor dibêje, di vî warî de ne tenê ferdên ku êşkenceyê dikin berpirsiyar in, lê her wiha dewleta Tirk ji ber “kirinên xelet ên navneteweyî” berpirsiyar e. Li gorî STJ'ê ev kirin jî dikevin ber xalên li ser “Berpirsiyariya Dewletan di Kirinên Xelet ên Navneteweyî de” ya di Komîsyona Qanûna Navneteweyî de. 

Rapor balê dibe ser berpirsiyariya dewletên din ji bo pêşîgirtina li êşkenceyê û hesabpirsîna navneteweyî jî û dibêje, lazim e ew sûcdarên kirinên xelet ên navneteweyî derxin pêşberî dadgehê. 

 

Pêşniyazên STJ'ê

Ew van pêşniyazan jî dike:

- Civaka Navneteweyî, nexasim jî endamên Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) divê tavilê kar bikin ji bo astengkirin van sûcên li deverên dewleta Tirk dagir kirine.

- Komîsyona Serbixwe ya Navneteweyî ya Lêpirsîna li Sûrî û Çerxa navneteweyî, Serbixwe û Bêalî divê bêhtir belge bikin van sûcên êşkenceyê.

- DYE divê tedbîrên lazim wergire ji ber ku dewleta Tirk peymana DYE û Tirkiyeyê ya sala 2019'an binpê dike.  

- Divê komên çete êşkenceyê bisekinînin û kesên ku kêfî girtine hemûyan jî berdin. 

- Rêxistinên civaka sivîl ên Sûrî divê li ber sûcên çeteyan rabin û van binpêkirina belge bikin.

 

Ji bo fîdye bistînin

Li Serêkaniyê koma çete ya Sultan Murad, ciwanekî Kurd du caran kêfî girtin, tenê ji ber ku birayê wî di nava YPG'ê de bû. Cara ewilî wan, jê re got ew ê wî bernedin heta ku birayê wî teslîm nebe. Cara diduyan jî çeteyan ji malbata wî xwest 10 hezar dolar fîdye bide. Çeteyan ew li rêya pîşesaziyê li avahiyekê girt û êşkence lê kir: “Çar rojan êşkence li min kirin. Her roj qederê 2 saetan êşkence li min kirin. Tê bîra min ku gava laşê min şewitandin, ez ji ser hişê xwe çûm. Wan ez avêtim ber devê deriyê me yê mala me ya li gund. Piştî bi hefteyekê wan ez careke din revandim. Heta malbata min pere dan wan, wan ez bernedam.”

 

Ji bo dest deynin ser milkê xelkê

STJ bi bavê girtiyekî Kurd re jî peyivî. Kurê wî yê hin nexweşiyên wî hebûn û dayika xwe, piştî dagirkeriyê vegeriyan mala xwe da ku bibînin mala wan a li taxa Meheta di çi halî de ye. Hevjîna wî behsa bûyerê jê re kiriye: “Hîna neketine hundirê malê, dengekî qelew hatiye. Deng gotiye, tiştekî we li vir nîne. Wê 4 zilamên ciwan ên çekdar dîtine. Wê gotiye, ‘ya we ye, tiştekî me nîne.’ Hewl daye kurê me dûr bike, lê kurik israr kiriye bikeve hundir. Wan êriş kiriye û ew pirr xirab êşandine. Yekî ji wan sîleh xistiye stûyê kurê min, gef xwariye wî bikuje. Paşê wan ew bi xwe re biriye ber bi devereke em pê nizanin. Me xwe gihand hevalên xwe yên Ereb ji bo agahiyan û ji bo ku em karibin dermanên kurik bişînin. Wan xwe gihand fermandarekî komê yê ji Humsê. Wî ji hevalê me re got, ew ê dermana bidiyê û kurik wê di demeke kurt de bê berdan. Gava ku hevalê me careke din li kurê me pirsî, gef li wî xwarin ku ew ê wan jî bigirin.”

Bav paşê hîn bûye, kurê wan ji ber êşkenceyê piştî hefteyekê hatiye kuştin. STJ'ê 62 şahidiyên bi vî rengî berhev kirine.

NAVENDA NÛÇEYAN