• Emîne Bulduk: Ez cenazeyê kurê xwe dixwazim. Nedayîna cenazeyan ew e ku em bêhtir êşê bikişînin.

Dewleta Tirk ev 39 roj in, cenazeyên gerîlyên azadiya Kurdistanê, ên li morga nexweşxaneya Şirnexê made malbatan. Hîna nû pêr, cenazeyê gerîla Emîne Başak piştî 37 rojan dan malbatê. Lê 7 cenazeyên din hîna nedana malbatan.Yek ji van cenazeyan, ê Naîf Bulduk e. Dayika wî Emîne Bulduk, nerazîbûn nîşan da û got, "Bi nedayîna cenazeyan dixwazin em bêhtir êşê bikişînin."
Li Şirnexê, cenazeyên 8 gerîlayên Kurdistanê ên li Çiyayên Gabar, Cûdî û herema Bestayê şehîd bûne, li morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê tên rawestandin. Yek ji cenazeyan ê Simko Botan (Naîf Bulduk) e; yê ku 28´ê Îlonê li Çiyayê Gabarê şehîd bûbû. Dayika wî Emîne Bulduk ji ber ku cenazeyê kurê wê nadin, nerazîbûn nîşan da.

Li Şengalê li ber xwe dabû

Emîne ya 48 salî wiha behsa kurê xwe kir: "Dema kurê min Naîf di 2011’an de tevlî nav refên azadiyê bû, diçû pola yekê ya lîseyê. Kurê min nêzî 10 salan li çiyê ma. Di dema fermanê de berê xwe dabû Şengalê. Min herî dawiyê di televîzyonê de kurê xwe dît. Dema navê kurê min di televîzyonê de hat xwendin, ez hîn bûm kurê min şehîd bûye" 
Emîne doza cenazeyê kurê xwe kir û got, "Bila cenazeyê kurê min bidin. Ez çûm Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê û ji bo DNA’yê min xwîn da. Encam hîna eşkere nekirine. Heta niha ti bersiv nedane me. Dema kurê min çû morgê dît ku cenazeyê du jinan û du mêran jî li wir hene. Dît ku birayê wî di nav wan de tuneye, bang kirin gotin werin xwînê bidin. Roja din ez çûm Şirnexê ji bo xwînê bidim. Ji me re gotin, cenazeyê du kesan defin kirine. Serdozger ji me re got 'Ew hîn venegeriyane û em li benda bersiva wan in'. Ez cenazeyê kurê xwe dixwazim. Nedayîna cenazeyan ew e ku em bêhtir êşê bikişînin." 

JINNEWS/ŞIRNEX