Li zindana Islahiyê ya Edeneyê gardiyanan êşkence li girtî Mazlûm Guzel kirine û jê re gotine “tu yê hêza dewletê bibînî” Guzel giliyê gardiyanan kir.
Parêzer Abdurrahman Îlgîn ê endamê Komeleya Alîkarî û Piştevaniya Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Çûkûrovayê (TUHAY-DER) di 12’ê cotmehê de li Girtîgeha Islahiyê ya Tîpa T bi girtî Mazlûm Guzel re hevdîtin pêk anî û binpêkirinên mafan ên li girtîgehê kir rapor. Parêzer di raporê de cih da axaftinên Mazlûm Guzel ku di 25’ê îlonê de ji Girtîgeha Şirnexê sewqî Girtîgeha Islahiyê hatiye kirin. Parêzer Abdurrahman Îlgîn di çarçoveya raporê de der barê rêveberiya girtîgehê û gardiyanan de ji sûcên “êşkence, “wezîfeya xwe nebaş bikar anîne”, “binpêkirina wezîfeyê”, “birîndarkirina bi qestî”, “neragihandina sûc”, “heqaret” û “tehdît û sûcên din en werin tespîtkirin” serî li Serdozgeriya Komarê ya Islahiye da û gilî kir. 
Parêzer Îlgîn da zanîn ku girtî Mazlûm Guzel dema hatiye sewqkirin û wî anîne Girtîgeha Islahiyê gardiyanan êşkence lê kirine û li ser ferz kirine bi awayekî tazî li ser bigerin. Her weha gardiyanan gef li Guzel xwarine û jê re gotine “tu yê hêza dewletê bibînî.” 

MA/EDENE