Li taxa Bayindirlikê ya Êlihê, polêsên Tirk li derdorê reşandin, bi qundaxa çekê êşkence li ciwanekî kirin. 

Li taxa Bayindir a Êlihê polêsên Tirk êşkence li ciwanekî kirin ku navê wî nayê zanîn. Li gorî agahiyên ku hatin standin, ciwanekî ku bi serbestiya bi kontrol ji girtîgehê derketibû, bi hinceta ku neçûye qereqolê û îmze nedaye, polêsan hewl da ku wî bikin nezaretê. Polêsên ku hatin ber mala ciwanî, êriş birin ser endamên malbatê.

Di dîmenên ajansa MA'yê de xuya dike, du polêsên Tirk di dest wan de çek êriş birin ser malbatê û gule lê reşandin. Eynî polês bi qundaxa çekê li serê ciwanî dixe. Di dîmenan de tê dîtin li ser helwêsta jinekê polês vedikişin.

Ciwanê ku polêsan li serê wî da, piştre hate girtin.

ÊLIH