Li ser sînorê di navbera Dirbêsiyê û Bakurê Kurdistanê de cendirmeyên Tirk êşkence li zarokekî kir.
Zarokê ku cendirmeyên Tirk êşkence lê kir, Ebdulezîz Mecdet Mûsa ye û ew hîna 16 salî ye. Ebdulezîz Mecdet Mûsa ji Hesekê ye. Wî doh berê sibehê xwest ji sînor bibihure, lê cendirmeyên Tirk ew girtin û êşkence lê kirin.
Ebdulezîz Mecdet Mûsa got: "Komek ji 6 leşkeran li min da, kêr û amûrên tûj bi kar anîn." Wî got, cendirmeyan sibehê ew di ser dîwarê sînor re avêtiye xwarê.
Di 8`ê Tebaxê de jî leşkerên Tirk dest avêtibû jinek û zarokeke 11 salî û êşkence li gelek ciwanan kiribû. Wan dixwest ji Qamişloyê biçin Bakurê Kurdistanê.
HESEKÊ