• Derket holê ku êşkence li Bager Amed hatiye kirin. Şehîd Bager Amed li hepsa Rîzeyê Kalkandereyê hatibû qetilkirin. Wî di dema dadgehkirina bi destê dagirkeran de gotibû, tenê miletê wî dikare wî mehkeme bike.

Li ser bedena Suphan Çabûk ê ku li Girtîgeha Kalkandere ya Rîzeyê hatibû qetilkirin, şopên êşkenceyê hatin dîtin. Ajansa Mezopotamyayê (MA) bi dîmen û wêneyan ev şopên êşkenceyê belge kirin. Ji ajansê Mahmut Altintaş, wêne û dîmenên cenaze girtine.

Endamê HPG’ê  Bager Amed (Suphan Çabûk) sala 2016’an di dema şerê xwerêveberiyan de dîl hatibû girtin û 4 salan di Girtîgeha Amedê ya Tîpa D'yê de hatibû ragirtin. Çabûk, di 16’ê Kanûna 2020’an de sirgûnî Girtîgeha Kalkandere ya Rîzeyê ya Tîpa L'yê hatibû kirin. Piştî 6 salên girtîgehê, Çabûk beriya bi sê rojanm, li Girtîgeha Kalkandereyê hatibû şehîdlkirin. Malbat û xizmên şehîd Bager Amed (Suphan Çabûk) piştî ku bihîstin, ew şehîd bûye, ber bi Rîzeyê ve bi rê ketibûn û cenazeyê şehîdî ji Saziya Tiba Edlî a Tirk a Rêzeyê (ATK) wergirtibûn. Wan cenaze ji bo veşartinê biribû Pasûra Amedê.

 

Xelkê cenazeyê şehîdî pêşwazî kir

Hevserokê Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY-DER) ya Amedê Mehmed Gunduz û Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Pasûra Amedê jî hevrêtî bi malbata Çabûk re kiribûn. Cenazeyê şehîd Bager Amed pêr derengê şevê ji Saziya Tiba Edlî hatibû wergirtin û serê sibehê saet piştî 9'an gihiştibû Amedê. Li Pasûrê cenazeyê Çabûk bi girseyî û bi berzkirina dirûşmeyan hatibû pêşwazîkirin. 

 

Êşkenceya dagirkeran hat belgekirin

Beriya ku cenaze bê veşartin, gava ku cenazeyê şehîdî hat şûştin, li ser bedena wî şopên êşkenceyê hatin dîtin. Nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê şopa êşkenceyê ya li ser bedena şehîdî dît û wlne û dîmenên van şopan girt. Hêla çepê ya kêleka laşê şehîd Bager Amed, şopên birînên weke xîşk û şopên derban ên ku laşê wê reş û şîn kiribûn, hatin dîtin. 

Malbat hîna li benda rapora otopsiyê ye da ku li gorî wê gavên lazim ên hiqûqî biavêje.

Şehîd Bager Amed, piştî ku dîl hatibû girtin, li dadgeha li Amedê gotibû, dagirker nikarin wî dadgeh bikin, tenê miletê wî dikare wî mehkeme bike. Dagirkeran du caran cezayê heta hetayêî û 153 sal cezayê hepsê lê birrîbû.

AMED