Êşkencê li rappvanê Kurd dikin

Çarşem 30 Tebax 2023 - 04:05

Tevna Mafê Mirovan a Kurdistanê (KHRN) da zanîn ku êşkence li rappvanê Kurd Saman Yasîn ê di hepsa rejîma Îranê de tê kirin. Saman Yasîn di dema xwepêşandanên şoreşa Jin jiyan azadî de Îlona par hatibû girtin.

KHRN´ê da zanîn ku hunermendî bi qeydiyeke deng ragihandiye ku hem êşkenceya fizîkî û hem jî ya psîkolojîk lê hatiye kirin. Peyama deng, beriya ku Yasîn bişînin Hepsa Evînê hatiye qeydkirin. Di nava rêbazên êşkenceyê de bi lêdanê şikandina bêvila wî, bidarvekirina qelp jî hene. Armanca van êşkenceyan jî ew e ku ew bi darê zorê derewên lê tên ferzkirin qebûl bike.  

Di peyama xwe ya bi deng de Saman Yasîn dibêje, bi gefên li malbata wî jî êşkenceyê lê dikin: “Dibêjin, malbata te di destê me de ye. Birayê te di destê me de ye. Hemû li vir in.”

Rappvanê Kurd dibêje, heta niha nehiştine ti kes ji malbata wî biçe serdana wî û wiha dewam dike: “Ti agahiya min nebû. Wan ji min re got, heger tu naxwazî em êşkenceyê li maliyên te bikin, vê binivîse û tê bêyî berdan. Ji bo ku dest nedin maliyên min, min mecbûr qebûl kir.”

 

Êşkenceya bi lîstika bidarvekirinê

Saman Yasîn dide zanîn ku gava ew li Recaî Şehr a li Kerecê girtî bû, hêzên rejîmê weke ku wê wî bidarve bikin, lîstikeke hazir kiriye û bi vî awayî êşkence lê kirine.
Wekî din di dema îfade girtinê jî bi lêdanê bêvila wî şikandine û ji ber wê, hê jî xwîn ji bêvila wî tê.

Êşkenceya lê hatiye kirin, li nexweşxaneyê psîkyatriyê ya Tehranê jî dewam kiriye: Ew kelebçekirine, lingê wî girêdane û bi derziyekê kirine ku 24 saetan ji ser hişê xwe biçe.

1´ê Tebaxê rejîma Îranê Saman Yasîn tevî 8 girtiyên din ên siyasî veguheztin hepsa Evînê ya li Tehranê.

Zilma li Saman Yasîn hatiye kirin

Saman Yasîn ji Kirmaşanê ye. Ew di dema xwepêşandanên Şoreşa jin jiyan azad de li Tehranê di 30´ê Îlonê de hatibû girtin. Çapemeniya fermî ya rejîmê 29´ê Cotmeha 2022´yan ragihand ku rûniştineke doza li dijî Saman Yasîn bi rê ve çûye. Çapemeniya rejîmê heman rojê dîmenên “lixwemikurhatinê” yên Saman Yasîn weşandibûn. Bi tohmeta “dijminatiya xwedê” cezayê bidarvekirinê li Saman Yasîn hatibû birrîn. Ji ber êşkenceya lê hat kirin û şert û mercên dijwar ên hepsê, Saman Yasîn çend caran kete greva birçîbûnê û 20´ê Kanûna 2022´yan li hepsa Recaî Şehrê hewl da xwe bi dermanan bikuje.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.