Êşkence li girtiyê nexweş kirin 

Duşem 17 Gulan 2021 - 05:17

Girtiyê bi nexweşiya epîlepsiyê (bi edrê dikeve) Selamî Keleş, dema ku sirgûnî Hepsa Bafra ya Samsûnê kirine, lêgerîna tazî lê kirine û gardiyanan jî êşkence lê kiriye. Dayika wî Guzel Keleş neraşîbûn nîşanî pêkanînan da û got, "Heta roja îro ti kes nebû dengê wan. Em vê tundî û bêedaletiyê qebûl nakin."

Çalakiya greva birçîbûnê ku li hepsan li dijî tecrîdê û binpêkirinên mafan dest pê kir, di roja 172’yan de dewam dike. Yek ji binpêkirinên mafan a herî girîng ku tê kirin jî lêgerîna tazî ya li hepsan e. Hat diyarkirin ku di 7'ê Gulanê de li Hepsa Duzceyê girtiyê siyasî Selamî Keleş ê bi nexweşiya epîlepsiyê ji qawîşa wî girtine û bi hinceta ku wê bibin revîrê, agahî nedane parêzerên wî û malbata wî, û ew sirgûnî Hepsa Bafrayê kirine. Li Bafrayê hem ketiye ber lêgerîna tazî û hem êşkence lê hatiye kirin.

Selamî Keleş bi telefonê bi dayika xwe Guzelê re peyivî.  Guzel Keleşê got, 4 rojan bê navber wan hewl daye, heta ku karîne agihayê ji rêveberiiya hepsa Bafrayê bigirin. Piştre wê kariye bi telefonê bi kurê xwe re bipeyive. Selamî Keleş ji dayika xwe re gotiye, xwestina cilûbergên wî jê bikin, gava wî qebûl nekiriye, 7-8 gardiyanan êşkence lê kiriye. Di encama êşkenceyê de Selamî Keleş radikin nexweşxaneyê. 

Dayikê xwest raya giştî beramberî van kirina û grevên birçîbûnê yên li hepsan bêdeng nemîne.

ENQERE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.