• Polêsên Tirk li qereqola Nisêbînê êşkence li F.A. yê 16 salî dikin. Polêsan 3 salên dawî 30 carî ew birine bi êşkencê sîxurtî lê ferz kirine. Gava diya wî diçe avahiya polîsan êşkence li wê jî dikin.

AHMET KANBAL
MA/MÊRDÎN

Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê polîsan li F.A. yê 16 salî bi êşkencê sîxurtî ferz kirin. Polîs di Adara 2018’an de davêjin ser malê. Di avêtina ser malê de bav Saît A. tê binçavkirin û bi îdiaya ”endamtiya rêxistinê” jî tê girtin. Piştî vê polîsên midûriyeta Polîsan a Nisêbînê tim davêjin ser malê û di avêtina ser malê de kurê malê F.A. yê 16 salî tim binçav dikin. Di 3 salên dawî de polîsan 30 carî F.A. birine midûriyeta polîsan û her cara ku wî birine bi êşkencê sîxurtî lê ferz kirine. 
Çend roj berê li ser dîwarekî nivîs tê nivîsandin. Polîsê bi navê Yaşar Ç. û yên li cem wî, di 16’ê Mijdarê de diçin kargeha birayê F.A. Polîs, bi zorê F.A. ji cem birayê wî dibin. Gava wî dibin midûriyeta polîsan, polîs navê pênc kesan datîne ber û dibêje li ser van kesan îfade bide. 
Piştre diya F.A, Felak A. dibihîse ku polîs Yaşar Ç. bi zorê kurê wê biriye, berê xwe dide midûriyeta polîsan. Gava dayik diçe midûriyeta polîsan dibihîse dengê kurê wê ji jêrzemîna avahiyê tê. Li ser vê Felak A. nerazîbûna xwe nîşan dide û ji polîsan re dibêje dê giliyê wan bike. Di wê kêliyê de polîs Yaşar Ç. ji jêrzemînê tê û yekser destê xwe dixe qirika dayik Felak Aʼyê. 
 
Gefan lê dixwin

Paşê dayik Felak A. kurê xwe F.A. digire û diçe Serdozgeriya Komarê ya Nisêbînê û giliyê polîsan dike. Dozgerî dayikê dişîne nexweşxaneyê û dû re ji bo îfadeyê gazî wê dike. Dayik Felak A. jî ji bo îfadeyê diçe edliyeyê û giliyê polîsan dike. 
Felak A. got: ”Hema bêje her roj polîs gefan li kurê min dixwin û jê re dibêjin ‘Bibe zilamê me, em ê karekê ji te re derxînin, tenê tu navan ji me re bibêje.’ Kurê min jî qebûl nake. Gava qebûl nake gefan lê dixwin. Pêşiya wî dibirin û gefan lê dixwin ku dê kargeha wan bigirin. Ez ji kurê xwe re dibêjim guh mede wan. Lê tim gefan lê dixwin. Jê dixwazin ku navê kesên di nav rêxistinê de ne ji wan re bibêje. Gava qebûl nake, wî digirin. Lê der barê wî de ne biryara binçavkirinê heye ne jî biryareke dozgeriyê. Bi awayekî kêfî wî dibin.” 

Êrişî min kir

Felak A. anî ziman ku gava çûye midûriyeta polîsan dengê kurê wê ji jêrzemînê hatiye û got: ”Diqîriya digot ‘ez nizanim, ez nas nakim.’ Min pirsî, ji bo çi kurê min birine jêrzemînê. Polîsê bi navê Yaşar Ç. qîriya û êrîşî min kir. Heger qeydên kamerayê jê nebiribin, dê xuya bike. Xeber gotin, gefxwarin got, ez ê te bikujim. Qîriya got, ‘Terorîst, çi îşê te li vê derê heye.’ Heqaret kirin û gelek xeber gotin. Min rapora stend şûna derban nîşan dide û min giliyê wî kir.” 
Felak A. diyar kir ku polîsan ji wan re gotiye heger hûn gilî bikin ‘em ê kargeha we bigirin’ û got, polîsan gotiye: ”Şaredarî li du gotinên me mêze dike. Em dewlet in, hûn terorîst in.” 
 
Ditirsim tiştekî xirab bînin serî

Dayik F.A., da zanîn ku di 3 salên dawî de kurê wê herî kêm 30 carî bi awayekî kêfî birine û got: ”Wî dibin, tahdê lê dikin. Îfadeyê jî nagirin. Ne qeydek heye, ne tiştekî din. Bi temamî kêfî ye. Ji ber şewbê qedexeya derketina derve hatibû ragihandin. Lê roja Cejnê hatin gotin îfadeya wî heye û wî birin. Me pirsî qedexe heye, îfadeya çi halê çi. Lê bi zorê birin. Ne ewraqek hebû ne qet. Paşê min telefonî kurê xwe kir û min jê re got bila telefonê bide Yaşar Ç. Gava telefon da, min jê re got heger di nava 5 deqeyan de kurê min neyne, ez ê biçim midûriyeta polîsan. Çawa min wisa got, kurê min anî. Ez ditirsim tiştekî xirab bînin serê kurê min. Herî dawî ez çûm min kurê xwe ji bodrûma midûriyeta polîsan derxist, anî.”