Êrişên li dijî girtiyên di greva birçîbûnê de zêde dibin. Li Mereş û Amedê cezayê hucreyê li girtiyan tê birrîn, êşkence li wan tê kirin. 

Ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan û qedandina binpêkirina mafên mirovan a li hepsan, berxwedana girtiyan a greva birçîbûnê dewam dike. Greva birçîbûnê di roja 231’ê de ye. Êrişên li dijî girtiyan zêde dibin.

Li Hepsa Tîpa L Hejmara 1'ê ya Turkoglû ya Mereşê, şidet û êşkence li girtiyan hate kirin. Girtî Baran Gul bi rêya telefonê ji bavê xwe Îlyas Gul re qala van kirinan kir: "Ji ber ku em di greva birçîbûnê de ne, gardiyanan li me xist, miameleya xerab bi me re kirin. Em xistin ber lêpirsîna dsîplînê û cezayên hucreyê li me dibirrin. Hefteyeke ez di hucreyê de me. Gelek heval mîna min in. Ji ber ku nexweşiya gurçikê bi min re heye, xwîn ji destava min tê. Me nabin nexweşxaneyê. Heta ku tecrîd û binpêkirina mafên mirovan bi dawî bibe, em ê çalakiyên xwe dewam bikin."

Li Hepsa bi Ewlekariya Bilind Hejmara 1'ê ya Amedê, yek ji 50 girtiyên hatibûn sirgûnkirin Recep Bal ê 38 salî, bi nameyekê qala binpêkirinan kir. Recep Bal got, "Di encama cezayên dsîplînê de hevdîtin hate qedexekirin. Gelek hevalên me, ji ber ku qedexeya axaftina bi telefonê li ser wan hatiye danîn, demeke dirêj e nikarin bi malbatên xwe re biaxivin. Her wiha cezayê hucreyê li gelek hevalên me yên girtî hatiye birrîn. Ev 12 sal in di zindanê de me, cezayên ku di nava pênc mehên dawî de li min birrîn, di nava 12 salan de li min nehatibûn birîn. Tenê pênc mehan 6 caran cezayê dsîplînê û qedexeya hevdîtinê li min birrîn. Li gel vê yekê navên ku me ji bo hevdîtina sê kesan nivîsandine, tên redkirin. Li vê hepsê mafên me tên binpêkirin. Ji ber ku malbata min dûr e, ez nikarim wan bibînim. Alavên ku bi koliyan dişînin jî li malbatê vedigerînin."

AMED