Êşkence li berdevka ciwanan kirin

Şemî 9 Kanûn 2023 - 00:45

Berdevka Meclîsa Ciwanan a HEDEP’ê û endama Desteya Rêveber a Navendî ya partiyê Edanûr Îbrahîmoglu, pêr li Stenbolê di dema daxuyaniya çapemeniyê de rû bi rûyê şideta polêsên tirk bû. Hate ragihandin ku di bin çavan de jî, êşkence li Îbrahîmoglu hatiye kirin. Di daxuyaniya HEDEP’ê de hate gotin:’’Ev êrişên we nîşan didin ku hûn ji partiya me, ji meclîsa me ya ciwanan ditirsin. Ew ê zû an jî dereng hesab ji we were pirsîn.

Dewleta xwe li Kurdî ranagire

Endamê Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Ahmet Atiş ji ber ku bi miwekîlên xwe yên di bin çavan de re bi Kurdî axivî, ji hêla fermandarê Qereqola Cendirmeyan a Herêma Pîşesaziyê ya Organîze û 4-5 leşkeran ve hate derbkirin û heqaret lê hate kirin. Karkerên Ozak Tekstîlê ku li dijî zext, gef û avêtina ji kar 13 roj in li ber xwe didin, di roja 10’emîn a çalakiyê ango di 6’ê Kanûnê de ji hêla cendirmeyan ve hatin derbkirin û binçavkirin. Atiş jî ji bo miwekîlên xwe yên binçavkirî çû Qereqola Cendirmeyan a Herêma Pîşesaziyê ya Organîze ya Rihayê. Piştî karê îfadegirtinê, bi miwekîlên xwe re bi Kurdî axivî. Li ser vê yekê hêzên ewlekariyê yên li odeya bi navê “karên îdarî” ji Atiş û miwekîlên wî re gotin;“Em bi kurdî fêm nakin, bi tirkî biaxivin.’’ Atiş jî got ku hevdîtina wî ya bi miwekîlên wî re li gorî mewzûatên qanûnî ye û ji hêla kesê digot fermandarê qereqolê ye û 4-5 leşkerên bikamuflaj ve hate derbkirin. Di heman demê de heqaret lê hate kirin. Êrişkaran çêr li Atiş kirin û gotin; “Here tu li ku gilî dikî bike.’ Bûyer, li pêş çavên miwekîl û hempîşeyên Atiş qewimî. Atiş, li gel hempîşeyên xwe derheqê bûyerê de girtek girt, piştre li Nexweşxaneya Dewletê ya Balikligol a Rihayê rapora derbkirinê wergirt. Atiş, li Serdozgeriya Komarê ya Rihayê bi sedema “Birîndarkirina biqesdî, heqaret û nehişt erka xwe bike” giliyê êrişkaran kir. Di serlêdanê de hat xwestin ku kamerayên nava qereqolê bên lêkolîn kirin û kesên nasnameyên wan hatine tespîtkirin bên cezakirin. 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.