Êşkence bûye rûtîn

În 15 Cotmeh 2021 - 02:44

  • MED TÛHAD-FED’ê diyar kir ku li girtîgehan zext û êriş zêde bûne û got, “Bêdengî hevkariya sûc e.” 
    MED TÛHAD-FED’ê derbarê êriş û zextên li dijî girtiyên siyasî daxuyaniyeke nivîskî weşand. 

MED TÛHAD-FED’ê diyar kir ku li girtîgehan zext û êriş zêde bûne û got, “Bêdengî hevkariya sûc e.” 

MED TÛHAD-FED’ê derbarê êriş û zextên li dijî girtiyên siyasî daxuyaniyeke nivîskî weşand. Wê got, bi hiqûqa Rewşa Awarte ya ji 20’ê Tîrmeha 2016’an ve - fermî di 18’ê Tîrmeha 2018’an de bi dawî bûye - li girtîgehan gelek bêhiqûqî tên kirin û wiha dewam kir: “Piştre jî pandemî wekî firsendê hate dîtin û girtîgeh bûne qada tecrîdkirinê.”

Wê got, “Hedefa sereke ya pêkanîna cezayê di nav ceza de fikra azad e. Bi sedan miracaetên wekî hev tên kirin û ev jî diyar dike ku êriş zêde ne. Li hemberî van pêkanînên sîstematîk divê civak dengê xwe bilind bike. Ji ber ku bêdengî hevkariya sûc e.

Di 3 û 4’ê Cotmehê de ji Girtîgeha Kirikkaleyê girtî sirgunî girtîgehên Tekîrdag, Kandira, Kiriklar, Sîlîvrî, Sîncan, Antalya û gelek girtîgehan hatine kirin. Di miracaetan de û di serdanên parêzeran de jî hatiye dîtin ku li girtîgehan her cure maf tê binpêkirin. Van demên dawiyê polîtîkayên sirgunkirinê zêdetir dibin. Sewqên ji ber pandemiyê nayên kirin, lê bi hinceta ‘ewlekariyê’ her cûre polîtîkaya sirgunkirinê pêk tê anîn. Ev jî di mînaka Girtîgeha Kirikkaleyê de tê dîtin. Bi polîtîkaya sirgûnê re cezayên dîsîplînê zêdetir dibin û ev jî diyar dike dixwazin têkiliya bi derve re qut bikin. Ev zextên ku dixwazin têkiliya girtiyan ya bi malbata wan re qut bike û wan ji civakê tecrîd bike, bêhiqûqî ne. Dema girtî hatin sirgûnkirin lêgerîna bi tazîtî li ser wan hatiye ferzkirin û li wan girtiyên xistine yên ku ev yek qebûl nekirine.

Wekî din tê îddîakirin ku bi giştînameyeke ji Wezareta Edaletê li girtîgehên Riha û Tarsûsê re qawîş hatine guherandin lê ev bi awayekî hiqûqî nehatiye kirin. Gardiyanan bi ser qawîşan de girtiye û bi darê zorê qawîş dane guhertin. Divê Wezareta Edaletê dev ji van kirinan berde. Divê cezayê di nav ceza de were bidawîkirin. Sirgûn, êşkence, lêgerîna bi tazîtî divê bi dawî bibe û desteya rewşa baş û girtiyên nexweş û hemû pirsgirêk divê werin çareserkirin. Em bang li her kesî dikin da ku li hemberî pirsgirêkan hestyar bin.” 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2021 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.