Êşkenca bi kuçikan “hêsan” e!

Çarşem 6 Tîrmeh 2022 - 21:21

  • Qederê 10 polêsan di dema binçavkirina Rojbîn Çetîn a HDP´î de li Amedê êşkence lê kiribû.

Qederê 10 polêsan di dema binçavkirina Rojbîn Çetîn a HDP´î de li Amedê êşkence lê kiribû. Ev her deh polês jî bi îdîaya ku ne lazim e bikevin ber lêpirsînê, bêceza hatin hiştin. Li polêsê bi navê Serdar G. jî ji ber "birîndarkirina hêsan" doz hatiye vekirin. Vî polêsê kûçik bera Rojbîn Çetîn dabû û êşkence lê kiribû. Ji bo vê êşkenceya bi kûçikan jî di edaleta dagirkerên Kurdistanê de “hêsan” û sivik hatiye gotin.  

26'ê Hezîrana 2020'an di çarçoveya lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê de polêsên dagirkeriya Tirk li Amedê avêtibû ser mala endama Tevgera Jinên Azad (TJA) û Endama Desteya Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sevîl Rojbîn Çetîn. Polêsên dagirkeriyê bi kûçikan êşkence li Çetîn kiribû. Lêpirsîna derheqê polêsên bi kûçikan êşkence kirî de temam bû. 10 polêsên ku bi kûçikan êşkence li Çetîn kiribûn û ew taciz kiribûn, bi çekê gef lê xwaribûn û heqaret lê kiribûn, li gorî dozgeriya Tirk ne lazime bikevin ber lêpirsîna edlî. Herçî polêsê Tirk Serdar G. ye li wî jî doz ji ber sûcê "birîndarkirina hêsan" hatiye vekirin. 
 
Berê jî bi kûçikan êşkence kiriye

Polêsan giliyê ku Rojbîn Çetîn kirî di îfadeyên xwe de red kiribû. Dozgeriya dagirkeriyê qaşo lêpirsîn temam kir û ji 11 polêsan tenê li perwerdekarê kûçikan Serdar G. ji ber sûcê "birîndarkirina hêsan" îdianame amade kir. 

Piştî ku biryara veşartîbûnê ji ser dosyeyê hat rakirin, derket holê ku Serdar G. berê jî li Amedê bi kûçikan êşkence li Şeyhmûs û Menîce Yilmaz ên hevjînên hev kiriye û bi sûcê "birîndarkirina hêsan" derbarê wî de doz hatiye vekirin. 

Îdianame ji aliyê Dadgeha Cezayê Asliye ya 9'an a Amedê ve hatiye qebûlkirin û dê rûniûştina ewilî di 9'ê Îlona 2022'yan de bê lidarxistin.

Yanî li gorî dagirkeran êşkenceya bi kûçikan jî tiştekî besît e ku li Kurdan dikin.

AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.