Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn sêşemê ji dezgehên çapemeniyê re da zanîn ku Baku û Erîvanê ji bo rawestandina şerê li herêma Qerebaxê, bi garantoriya welatê wî agirbesteke giştî îmze kirine û agirbest pêr saet 21:00`ê destpê kiriye.

Pûtîn got: “Di 9`ê Mijdarê de, serokê Azerbêcanê Îlham Aliyev û serokwezîrê Ermenistanê Nîkole Paşinyan û serokê Rûsyayê ji bo rawestandina hemû operasyonên leşkerî li herêma Qerebaxê, gihîştine peymanekê. Li gorî peymanê dê her du alî nuqteyên ku bi dest xistine, di bin serweriya xwe de bihêlin. Li Qerebaxê eskerên Rûs weke hêza aştiyê bi cih bibin. Û Ermenî wê xwe ji erdên dewrûbera Qerebaxê vekişin. Kesên ji cih û warê xwe bûne di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî de vegerin.”

Serokwezîrê Ermenistanê Paşinyan peyman weke gaveke “biêş” ji bo xwe û gelê Ermenistanê bi nav kir.
Li gorî AFP`ê, piştî belavbûna nûçeya agirbestê, bi hezaran xwepêşandêran berê xwe da cihê hikumetê yê li Erîvanê. Hinek xwepêşandêran li derveyî navendê xwepêşandan li dar xistin, hinekan jî bi ser avahiyê de girt û xerab kirin.
Xwepêşandêran dirûşmên “Nîkole xayîn e” berz kirin.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku di şerê Qerebaxê de yê ji 27`ê Îlonê ve, herî kêm ji her du aliyên şer hezar û 300 kes hatine kuştin.

NAVENDA NÛÇEYAN