Ermenên li Hesekê; kes nikare qira me bîne!

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 15 Çile 2024 - 04:35

Meclisa Civaka Ermenî bi hevkariya Yekitiya Jinên Ermenî li hola Serdem a li taxa Mişêrfê ya Hesekê çalakiyeke hunerî li dar xist.

Di çalakiyê de bi sedan endamên saziyên sivîl, partiyên siyasî, endamên Meclisa Civaka Ermenî û Yekitiya Jinên Ermenî beşdar bûn.

Di çalakiyê de hevserokê Meclisa Civaka Ermenî Îmad Teteryan axivî û got: "Em zarokên jenosîda ermeniyan ji Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne, çanda xwe ya kevn ku dijmin helandiye pêşkêş dikin da ku dewleta Tirk a dagirker bizane ku em ê hebin û tu kes nikare me qir bike." Teteryan wiha domand: "Ruxmî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên me, lê em bi ruhê biratiya gelan û têkiliyên xurt in û em ê dagirkeriyê têk bibin, bi ser bikevin û li hember her dagirkerekî bisekinin."

Dûre sînevîzyonek li ser jenosîda li dijî ermenan pêk hatiye hate pêşkêşkirin. Di çalakiyê de şanoyek bi navê ˊJi bo me nimêj bikinˊ, dîlanek ji koma Artsaxê, mûzîk û stran ji hêla koma Asûrî ve hatin pêşkêşkirin.

Piştre hunermenda suryanî ya ciwan Serly Simonyan stranên li ser folklora suryanî pêşkêş kirin. Çalakî bi gerandina dîlanan bi dawî bû.

ANHA/HESEKÊ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.