Êrişkariya li dijî Kurdî û miriyan

Şemî 13 Hezîran 2020 - 15:48

Li goristana Goçxar a li Licê ya ser bi Amedê, 2 gorên din hatin xirakirin. Goristana Goçxar li gundê Balicne yê Licê ye. Kêlên 2 gorên endamên HPG’ê yên bi navê Ridvan Mûtlû û Mehmet Mûtlû yên li goristanê, hatin şikandin û gora Yûsûf Mûtlû jî hat xirakirin. Niştecihên gomê, diyar dikin ku ji ber nivîsên Kurdî yên li ser kêlan, gor hatine xirakirin. Welatî, dest nîşan dikin ku ew tam nizanin kê gor xira kirine, lê beriya demeke kurt eskerên artêşa Tirk a dagirker li derdora goma wan operasyon kirine.
Dewleta Tirk a dagirker bi hêzên xwe yên çekdar gelek caran êrişan dibe ser goristan û cenazeyên Kurdan û xwe jê venade ku bêrûmetiya xwe jî eşkere nîşan bide. Jixwe revandina 279 cenazeyan ji Goristana Xerza (11’ê Kanûna 2017’an) û paşê li Kilyosa Stenbolê di bin peyarêyê de veşartina wan (Gulana bihurî derkete holê), xisleta ne insanî û ne Îslamî ya dewleta Tirk eşkere nîşan dabû. AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.