• Li hola şanoyê ya Zanîngeha Heîdelberg a li başûrrojavayê Elmanyayê, di êrişeke çekdarî de gelek kes birîndar bûn û êrişkar mir.

Li hola şanoyê ya Zanîngeha Heîdelberg a li başûrrojavayê Elmanyayê, di êrişeke çekdarî de gelek kes birîndar bûn û êrişkar mir.

Polêsê Mannheîmê da xuyakirin ku kesekî li hola şanoyê ya zanîngehê gelek kes birîndar kirine.

Polês da zanîn ku êrişkar miriye, lê zelal nebû ka hêzên ewlekariyê ew kuştiye yan na wî xwe kuştiye. Kanala dewletê ya yekê ya Elman ARD´ê bi xwe got, êrişkar xwe kuştiye.  

Li gorî televîzyona giştî  ya SWR, zanîngehê ji xwendekaran re mail şandiye û ji wan xwestiye ku nekevin kampusê. 

Qanûna hilgirtina çekan li Elmanyayê piştî êrişa çekdarî li dibistanên li bajarê Erfûrtê rojhilatê welat ê meha Nîsana 2002’yan û êrişa çekdarî ya li Winnenden a dikeve başûrrojavayê welat ê Adara 2009’an hatibû tundkirin. 

FRANKFURT