Berxwedana Îslamî li Iraqê berpirsyariya êrişa li ser baregeha leşkerî ya Tenefê ya hêzên Koalîsyona Navenetewî ya li Dijî DAIŞ’ê li Iraq û Sûriyeyê girt ser xwe ku 2 balafirên wan yên bêmirov ji aliyê hêzên Koalîsyona Navnetewî ve hatibûn xistin.

Berxwedana Îslamî li Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku 3 balafirên wan yên bêmirov baregeha leşkerî ya Tenefê kirine armanc û bi awayekî rast û rast li hedefên xwe xistine.

Çavkaniyek ji Koalîsyona Navnetewî ya Têkoşîna li Dijî DAIŞ’ê ji medyayê re ragihand, sê balafirên bêmirov baregeha Koalîsyonê ya li Tenefê ku dikeve ser sînorên Sûriye, Iraq û Ûrdûnê kirine armanc. Herwiha diyar kir hêzên Koalîsyonê ji wan sê balafiran, du balafir xistin xwarê lê balafira sêyemîn baregehek kiriye armanc û tu agahî li ser ziyanên êrişê nedan.

Ji aliyê din, Fermandariya Navendî ya Amerîkayê hûrgiliyên bersiva êrişên balafirên bêmirov yên li ser baregehên Eyn Esed û Herîr li Iraqê ragihand ku hêzên wan 2 balafirên bêmirov li rojavayê Iraqê kirin hedef û yek ji wan hatiye xistin. Herwiha eşkere kir ku hejmareke ji leşkerên hêzên Koalîsyonê  birîndar bûne û got;“Balafira sêyemîn jî li Herêma Kurdistanê hatiye xistin.”

Li dijî Baregeha Eyn Esed êriş pêk hat

Baregeha leşkerî ya Eyn Esed ya Hêzên Koalîsyona Navnetewî ya li parêzgeha Enbarê ya Iraqê hate hedefgirtin.

Baregeha Hewayî ya leşkerî ya Eyn Esed ya Hêzên Koalîsyona Navnetewî ya li parêzgeha Enbarê ya Iraqê bi roketan hate hedefgirtin. Hêzên ewlekariyê yên Iraqê di derbarê êrişê de ragihandin ku li nêzîk Baregeha Eyn Esed dest danîne ser gelek roketan û diyar kirin du roketên ku ji bo êrişa li ser baregehê hatibûn amadekirin, ji aliyê hêzên wan ve hatine îmhakirin.

Herwiha hêzên ewlekariyê yên Iraqê li nêzîk Baregeha Eyn Esed tedbîrên tund yên ewlehiyê girtine û hemû deriyên herêma Bexdadiye yên diçin Baregeha Eyn Esed hatine girtin.

Baregeha leşkerî ya Eyn Esed, baregeha herî mezin a Emerîkayê ye. Herwiha ev baregehe yek ji baregehên herî mezin ên li Rojhilata Navîne. Li vê baregehê çendîn cûr balafirên şer hene. Hate ragihandin ku di vê êrişê de sivîlekê jiyana xwe jidest daye. Herwiha baregeha hêzên Emerîka ya li nêzî balafirxaneya Bexdayê, bi mûşekan hate hedef girtin.

Li gorî medya Iraqê, bi mûşekan êrişî baregehe leşkerî ya Emerîka ya li nêzî Bexdayê hatiye kirin. Hate gotin ku mûşekek derdora baregehê ketiye xwarê, ya din jî ji aliyê sîstema parastinê ve hatiye bê bandorkirin. 

NAVENDA NÛÇEYAN