• Sendîkaya Rojnamevanên Iraqê, nerazîbûn nîşanî birîndarkirina pêşkêşvana Çira TV û nûçegîhana JINHA´yê Nesrîn Hesen da.

Sendîkaya Rojnamevanên Iraqê, nerazîbûn nîşanî birîndarkirina pêşkêşvana Çira TV û nûçegîhana JINHA´yê Nesrîn Hesen da. Artêşa Iraqê doh di dema xwepêşandana ciwanên Şengalê de gule reşandinbûn û rojnamevan Nesrîn Hesen jî birîndar kiribûn. Sendîkayê got, “Divê hikûmet û hêzên ewlekariyê di dema bûyeran de rewşa rojnamevanan li ber çavan bigire.”

Serokê Sendîkaya Rojnamevanên Iraqê Hadî Cîlo li ser birîndarkirina Nesrîn hesen got, “Heta niha gelek caran êrişî rojnamevanan kirine.”

Cîlo bang li hikûmeta Iraqê û hêzên ewlekariyê kir da ku ji bo şopandina bûyeran rewşa rojnamevanan li ber çavan bigirin û hêsankariyê ji bo karê wan çêkin.

Hadî Cîlo da zanîn ku divê şert û mercên baş ji bo rojnamevanên ku timî bûyeran dişopînin, werin avakirin.

Ji bilî Nesrîn Hesen, di êrişa pêr a hêzên Iraqî ya li Şengalê de ciwanê bi navê Ednan Hemed jî bi guleyan ji lingê xwe birîndar bûbû.

ROJNEWS/ŞENGAL