• Dewleta Tirk a dagirker li Xanesora Şengalê êriş bire ser wesaîta Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Merwan Bedel Xwedêda. Di êrişê de Merwan Bedel şehîd bû, xelkê deverê du zarokên wî yên di wesaîtê de rizgar kirin. 

Balafira bêmirov a Tirk di roja yekemîn a rojiyên Êzî de êrişî wesayîta Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê, Merwan Bedel Xwedêda kir. Di dema êrişê de du zarokên wî jî li gel wî bûn. Di encama êrişê de Merwan Bedel şehîd bû. Zarokên wî ji aliyê xelkê ve hatin rizgar kirin. Ev êriş bi awayekî eşkere binpêkirina hiqûqa navneteweyî û ya însanî bû. Rêveberekî sivîl kirin armanca êrişê û di wesaîta êriş lêkirî de zarok hebûn. 

Doh saet li derdora 14:00’an, balafireke bêmirov a biçek a dewleta Tirk,  li komelgeha Xanesorê ya li Şengalê, di roja yekê ya rojiya Êzî de li wesayîteke sivîl xist.

Hate zanîn ku wesayîta bûye armanca êrişê ya Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê, Merwan Bedel Xwedêda ye. Di dema êrişê de, du zarokên Merwan Bedel jî li gel wî di wesaîtê de bûne. Di encama êrişa dewleta Tirk de Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Merwan Bedel Xwedêda şehîd bû. 

Her du zarokên Merwan Bedel Xwedêda yên di wesaîtê de, ji aliyê welatiyên derdorê ve ji wesaîtê hatin derxistin û rizgarkirin. Wesaît bi xwe piştre şewitî.

Ev çend roj in ku liv û tevgera balefirên keşfê li Şengalê zêde bûbû. Piştî êrişê jî tevgera balefirên keşfê bi awayekî zêde dewam kir.

Dewleta Tirk bi hevkariya DAIŞ’ê bi fermana 3’yê Tebaxa 2014’an êrişî mirovahiyê kiribû li Şengalê; û niha vê êrişa xwe ya li dijî mirovahiyê dewam dike bi van êrişên li dijî hiqûqa navnetweyî û hiqûqa şer. 

Nexweşxane kiribûn hedef

Êrişên dewleta Tirk ên li dijî Şengalê bi armanca qirkirinê ne. Di 17’ê Tebaxa bihurî de balefirên dewleta Tirk gelek caran nexweşxaneya Sikêniyê kiribûn hedef û 8 welatî û şervanên YBŞ’ê yên nexweş şehîd kiribûn. Ev sûcên şer ên dewleta Tirk ne tenê bêceza man, hêzên lazim bê dengê xwe bikin jî, bêdeng man û nîşan dan ku ew aliyê vê qirkirinê ne. Bexda ya ku xwedî li mafên xwe yên hikumraniyê dernakeve û hêzên navnetweyî yên weke DYE’yê bi bêdengiya xwe bûn şirîkî van êrişên qirkirinê. Ev êrişên qirkirinê yên li dijî Şengalê piştî mohrkirina peymana Şengalê ya di navbera Bexda û PDK’ê de zêdetir bûbûn.

ŞENGAL