- Balafira bêmirov a bi çek a dewleta Tirk a dagirker li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) êrişî malekê kir.
Balafira bêmirov a bi çek a dewleta Tirk a dagirker li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) êrişî malekê kir.
Li gorî agahiyan, vê balafira bêmirov a biçek a dewleta Tirk dagirker li Wargeha Penaberan a Mexmûrê saet 12:15´an êrişî malekê kir û zerara madî li vê malê bû. Li ser zerar û ziyana canî heta kêliya nûçeya me dihat amadekirin jî ti agahî nehatibû belavkirin.
Çav li rê bû ku Meclîsa Gel a Demokratîk a Wargeha Mexmûrê li ser mijarê daxuyaniyê bide.
Hêjayî gotinê ye ku doh şandeyeke leşkerî ya payebilind a Iraqê jî çûbû serdana navçeya Mexmûrê ya ku wargeh jî di nav eqarên wê de ye. Li gorî çapemeniya Iraqî di şandeyê fermandarê Giştî yê Artêşa Iraqê, Fermandarê Operasyonên Hevbeş, Fermandarê Hêzên Hevbeş û gelek fermandarên din çûne serdana Mexmûrê. Li gorî daxuyaniya fermî ya şandeya leşkerî, ew ê rewşa ewlekariyê ya herêmê bi fermandariya pêşmergeyan re gotûbêj bike.
Serdan û êriş di zikhev de
Par di Tebaxê de jî di dema plankirina hevdîtina Rêveberiya Xweser a Şengalê û serokwezîrê Iraqê Mustefa Kazimî de, dewleta Tirk bi balefirên bêmirov 16´ê Tebaxê êriş kiribû û fermandarê YBŞ´ê Seîd Hesen Seîd û birazîyê wî û şervanê YBŞ’ê Îsa Xwedêda şehîd kiribûn. Ji ber wê di dema hevdîtin û serdanên rayedarên Iraqê de êrişên bi vî rengî bi rêkûpêk çêdibin û ev jî cihê gumanê ne.
ROJNEWS/MEXMÛR