Êrişî malbatên girtiyan kirin

Pêncşem 7 Tîrmeh 2022 - 22:18

  • Malbatên girtiyan li ber Edliyeya Stenbolê daxwaza edaletê kirin. Polêsên Tirk êrişî malbatan kir û gelek ji endamên malbatan kirin nezaretê.

Malbatên girtiyan li ber Edliyeya Stenbolê daxwaza edaletê kirin. Polêsên Tirk êrişî malbatan kir û gelek ji endamên malbatan kirin nezaretê.

Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên berdana wan hatiye taloqkirin, di hefteya 16’an de li ber Dadgeha Çaglayana Stenbolê dewam kir. Malbatên girtiyên nexweş Cemîle Çîftçî, Kumrî Akgul û parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Zuleyha Gulum û Dayikên Aştiyê tev li nobetê bûn. 

Malbatan xwest daxuyaniyekê bidin. Polêsan Tirk bi hinceta qedexeya çalakî û şahiyan a Qeymeqamiya Kagithaneyê, ev daxuyaniyê asteng kir. Parlamenter Zuleyha Gulum nerazîbûn nîşanî polîsan da û got, her roj polêsê Tirk destûra daxuyaniyê dide, lê tenê nahêlin ku malbatên girtiyan daxuyaniyê bidin. Malbatên girtiyan xwestin bimeşin, lê polêsên Tirk pêşî li wan girt. 
 
Dayik û malbat kirin nezaretê 

Malbatên girtiyan got, zarokên wan li hepsan terkî mirinê tên kirin. Polêsan Tirk êrişî malbatan kir û li Kumrî Akgul, Cemîle Çîftçî, Dayika Aştiyê Zeynep Calihan û kesekî navê wî nehat zanîn dan û ew kirin nezaretê. Kêliya ku dayik û malbat kirin nezaretê, wan dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” got. 

Parlamentera HDP´ê ya Styenbolê, Zuleyha Gulum nerazîbûn nîşanî polêsan da ji ber ku wan malbat kirin nezaretê û got, li vê holê niha polês tiştên faşîst pêk tînin. Gulum da zanîn ku desthilat naxwaze tiştên li girtîgehan diqewimin werin bihîstin û desthilat wê nikaribe ser tiştên li girtîgehan diqewimin bigire.

MA/STENBOL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.