Êrişî Kurdî dikin 

Çarşem 12 Gulan 2021 - 20:12

Di nav 7 salan de ji ber axaftina kurdî 17 êriş li dijî welatiyên kurd pêk hatin û di van êrişan de 5 kes hatin kuştin. Nivîskar û Hevserokê Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek Mîrza Ronî, êriş weke şerê li dijî hebûna kurdan pênase kir. 

Li Tirkiyeyê, di polîtîkayên pişaftinê de tu guhertin çênebûne û her ku çûye êrişên li ser kurdî zêdetir bûne. Di serdema desthilata AKP’ê de ev êriş û polîtîkayên pişaftinê derketin asta herî jor û ji ber axaftina bi kurdî gelek êriş li dijî kurdan pêk hatin. Di 7 salên dawîn de ji ber axaftina bi kurdî, li bajarên Tirkiyeyê û li saziyên dewletê yên bajarên herêmê li dijî welatiyên kurd 17 êriş pêk hatin. Di van êrişan de 5 welatiyan jiyana xwe ji dest dan. 

Der barê van êrişan de nivîskar û Hevserokê Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek Mîrza Ronî diyar kir ku dewlet bi qedexeyan dixwaze kurdî ji holê de rake û got: “Serdestên kurd dema ku dîroka gelê kurd dixwînin dibînin ku kurd her tim bi zimanê xwe û çanda xwe jiyaye. Gelê Kurd bi salane ji bo vî zimanî têdikoşe û her tim dixwaze ku ev ziman jî bibe zimanê fermî. Lê mixabin pergala dewletî ya ku îro hikumdariyê li ser gelê kurd dike rê nade ku zimanê kurdî di qada perwerdê û di hemû qadên jiyanî de bê bikaranîn.”  

MA/ŞIRNEX 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.