Êrişî her aliyê Kurdistanê kir

În 21 Çile 2022 - 22:21

  • Hêzên dewleta Tirk a dagirker, doh hem li Rojava û hem jî li Başûr êriş kirin. Di êrişa li Şengalê de 2 şervanên YBŞ´ê şehîd bûn û 2 şervan jî birîndar bûn. Artêşa Tirk wekî din gundê Spîndarê yê li Garê jî bombebaran kir. 

Dewleta Tirk a dagirker, di destpêka sala 2022´yan êrişê her çar aliyên Kurdistanî kir. Di êrişên wê yên doh ên li dijî Şengal, Qendîl, Şêrawa de, li Şengalê 2 şervanên YBŞ´ê şehîd bûn. 

Li Şengalê di encama êrişa balafirên biçek ên bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker de 2 endamên YBŞ’ê şehîd bûn, 2 jî birîndar bûn.

Doh li Şengalê saet derdora 15:30’î de li Geliyê Şilo balefirên bêmirov ên biçek ên dewleta Tirk a dagirker, êrişî 2 wesayîtan kirin.

Li gorî agahiyên bidest ketine, di encama vê êrişê de yek jê ji fermandarên YBŞ’ê, 2 endamên Yekineyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) şehîd bûn. Navê van şehîdan Azad Êzdîn û Enwer Tolhildan e. Ji bilî wan 2 endamên YBŞ’ê jî birîndar bûne. Azad Êzdîn yek ji

Fermandarên YBŞ’ê ye.

Cenaze û birîndar rakirin Nexweşxaneya Sinûnê û gel jî li wir kom bû.

Gava nûçeya me dihat amadekirin, çav li rê bû ku derbarê nasnameya şehîd û birîndaran de Fermandariya Giştî ya YBŞ’ê daxuyaniyeke bide.

Gundê Spîndarê bombebaran kirin

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker gundê Spîndarê yê Gare jî doh bombebaran kirin.

Balafirên şer ên dewleta Tirk doh nîvrohê, gundê Spîndarê yê li binarê Garê ya ser bi Amêdiyê, bombebaran kir. Têkildarî ziyanên bombebaranê, agahî bi dest neketin.

Li Rojava jî êriş kir

Artêşa Tirk li Rojava jî êriş bire ser gundên Şêrawayê û di êrişê de 2 leşkerên hikûmeta Şamê birîndar bûn.

Artêşa Tirk a dagirker gundên Meyasê û Soxanekê yên navçeya Şêrawa bi fûzeyeyên TOW kirin hedef, 2 leşkerên hêzên hikûmeta Şamê di êrişê de birîndar bûn.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.