Êrişî Geveriyan kirin
Duşem 29 Gulan 2023 - 16:01
Li Geverê polêsan avêt ser malan û gelek ciwan kirin nezaretê. Di dema binçavkirinê de tundî li ciwanan hat kirin. Hat zanîn ku bi saetan êşkence li Mustafa Bor hatiye kirin.
Li navçeya Geverê ya Colemêrgê polêsên dewleta Tirk a dagirker, doh sibehê avêt ser malan û gelek ciwan kirin nezaretê. Polêsên tîmên taybet derî û şibakeyên malan şikandin û li malan lêgerîn kirin. Polêsan bi saetan êşkence li ciwanan kir. Hat zanîn ku polêsan bi qûndaxa sîlehan, pehîn û kulman li welatiyan daye. Polêsên Tirk li mala wî bi saetan êşkence li Mustafa Bor kir.
Navên hin kesên di nezaretê eşkere bû: Demhat Kurt, Diyar Şedal, Rahmî Terzîoglû, Îsa Terzîoglû, Aras Yaşar, Ûgûr Şedal, Mustafa Bor.
Doktorê ku êşkenceya li Mustafa Bor bûye, veşart, di rapora xwe de li şûna êşkenceyê, nivîsand ku serê Mustafa Bor diêşe.
COLEMÊRG