Wezîrê Parastinê yê DYE'yê Lloyd Austin jî got, "Li hemberî êrişên ku milîsên bi piştgiriya Îranê ji 17'ê Cotmehê ve li Iraq û Sûriyeyê li dijî personelên DYE'yê têne kirin" weke bersivdayinê ji aliyê Serokê DYE'yê yekser hatiye wezîfedarkirin.

Berdevkê Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê General Patrick S. Ryder ragihand ku êrişa bi balafirên bêmirov ya li Hewlêrê li dijî hêzên wan hate kirin, hatiye pûçkirin.

Ryder got; “Me îro êrîşek li ser hêzên me yên li Hewlêrê pûç kir. Hefteya borî herî kêm 12 êrişên li Iraqê û 4 êriş li Sûriyê ji aliyê komên hevalbendên Îranê ve li dijî hêzên me hatin kirin. Çekdarên ku li Rojhilata Navîn êrişî me dikin, Îran piştgiriya wan dike.” Herwiha Berdevkê Pentagonê diyar kir ku wan 900 leşker li Rojhilata Navîn bicîh kirine ku di nav wan de pisporên sîstema parastina hewayî jî hene. Hêjayî bibîrxistinê ye ku ji aliyê koma çekdar a binavê Berxwedana Îslamî li Iraqê ya girêdayî Îranê bi 2 balafirên bêmirov êrişî baregeheke leşkerî ya Amerîkayê li Hewlêrê kirin.

Sîstema parastinê bicîh dikin

Ji ber zêdebûna êrişên bi balafirên bêmirov û mûşekan yên komên çekdar yên girêdayî Îranê li ser hêzên Amerîka yên li Iraq û Herêma Kurdistanê, Amerîka wê beriya Yekşema bê, 10 sîstemên parastina hewayî li Iraq, Sûriye û Welatên Kendavê bicih bike. Li gorî nûçeyek ya rojnameya The Wall Street Journal ya Amerîkî, rayadarên Pentagonê piştrast kirine ku Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) sîstema THAAD biriye Erebistana Siûdî û sîstema parastina hewayî ya Patriot jî wê li Iraq, Kuwêt, Ûrdin, Qetar, Îmarat û Erebistana Siûdî bicih bike. Rayedarên Amerîkî ji rojnameyê re gotin ku ewê sîstemên parastina hewayî beriya 29’ê Cotmehê werin bicihkirin. Berdevkê Wezareta Parastinê Patrick Ryder got ku bicihkirina pergala THAAD û bataryayên sîstema parastina hewayî ya Patriot ku dawiya vê hefteyê hatine ragihandin, niha têne bicihkirin. Pentagon ragihand ku, hêzên Amerîkayê yên li Iraq û Sûriyê di heftiya borî de 13 caran rastî êrişan hatin, herwiha roja Çarşemê êrişeke din li ser baregeha leşkerî ya Tenef li Sûrîyê hat kirin ku hêzên Amerîkî û yên Koalîsyona Navnetewî ya Têkoşîna li Dijî DAIŞ’ê lê dimînin.

Kanala NBC ya Amerîkî li ser gotinên rayedarên Fermandariya Navendî ya Amerîkî (CENTCOM) ragihand ku di êrişan de 24 leşkerên Amerîkî bi sivikî birîndar bûne.

NAVENDA NÛÇEYAN