Êrişên li Îmraliyê li dijî Kurdan in

Duşem 9 Gulan 2022 - 22:12

  • Mehmet Ocalan: Heke bi birêz Ocalan re hevdîtinan bikin, dê ne leşker, ne polîs û ne jî gerîla nemirin. Heke birêz Ocalan biaxive, dê ev mirin ji holê rabin. Lê dewlet vê yekê naxwaze. Bi birêz Ocalan re hevdîtinan bikin da ku ev xwîn bisekine

Mehmet Ocalan li ser qedexeya hevdîtinê ya 6 mehan a li Rêber Abdullah Ocalan hatiye birrîn, got, têkiliya xwe bi êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Başûrê Kurdistanê heye û wiha peyivî: “Pirsgirêka Kurd bi şer nayê çareserkirin.” 

Rêber Abdullah Ocalan, ev 23 sal in li Girtîgeha Tîpa F a Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin.

Ocalan, herî dawî di 25’ê Adara 2021’ê de bi telefonê bi birayê xwe Mehmet Ocalan re peyivîbû. Hê jî qedexeya hevdîtinê ya bi parêzeran re bi dawî nebûbû, di 13’ê Nîsanê de dîsa cezayê 6 mehan a qedexeya hevdîtina bi parêzeran re ya ji bo 6 mehan li Ocalan hate birrîn. Têkildarî sedema qedexeyê ti agahî nedan parêzer û malbata Ocalan. Birayê Ocalan, Mehmet Ocalan têkildarî mijarê bi Ajansa Mezopotamyayê (MA) re bi Emrulah Acar re peyivî. 

Mehmet Ocalan li gorî vê, got, malbat têkildarî biryara qedexeya hevdîtinê, nehatiye agahdarkirin: “Em jî li ser televîzyonê jê haydar bûn. Ev qedexe ne hiqûqî û ne jî insanî ye. Kesekî ku li nîvê behrê di nava çar dîwaran de tê ragirtin, ma dê çi sûcan bike? Cezayên çêkirî ne. Ev qedexe, nêzikatiya dewletê ya li hemberî gelê Kurd nîşan dide.” 
 
Yekser bêhiqûqiyê dike

Mehmet Ocalan got, weke malbat û parêzeran, her hefte ji bo biçin Îmraliyê miracatan dikin û wiha pê de çû: “Lê ti bersiv nayên dayîn. Van qanûnan elaqeya xwe bi êrişên li her çar aliyên Kurdistanê re heye. Ev yek nayê qebûlkirin. Dema qedexeyek tê danîn, bingehê wê li gorî wê tê amadekirin. Lê belê bingehekî van qedexeyan tine ye. Di destê wan de tiştek nemaye û raste rast bêhiqûqiyê dikin. Li Tirkiyeyê qanûn tên binpêkirin. Kîjan dever pêwîst bike, em ê miracaetên xwe bikin û jê bixwazin ku bi ya qanûnên xwe bikin.” 
 
Ocalan dikare çareser bike

Di dewamê de Ocalan got, biryarên derheqê Rêber Abdullah Ocalan de têkiliya xwe bi êrişên Tirkiyeyê yên li dijî herêmên Zê (Zap), Metîna û Avaşînê re heye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bi sedî sed elaqeya xwe pê re heye. Ev tiştekî rast nîne. Pirsgirêka Kurd bi şer û kuştinê çareser nabe. Pirsgirêka Kurd, pirsgirêkeke insanî û siyasî ye. Heke bi birêz Ocalan re hevdîtinan bikin, dê ne leşker, ne polîs û ne jî gerîla nemirin. Heke birêz Ocalan biaxive, dê ev mirin ji holê rabin. Lê dewlet vê yekê naxwaze. Bi birêz Ocalan re hevdîtinan bikin da ku ev xwîn bisekine.” 
 
Ka raya giştî ya navneteweyî?

Ocalan, bertek nîşanî bêdengiya rêxistinên navneteweyî ya li hemberî polîtîkayên nehiqûqî da û axaftina xwe wiha qedand: “Ji sedî sed para Komîteya Pêşîgirtina li Êşkence û Miameleya Xerab a Ewrûpayê (CPT) di van bêhiqûqiyan de heye. Heke bixwazin dikarin deriyên Îmraliyê vekin. Lê dema mijar Kurd in, her kes xwe kerr dike, bêdeng dike. Heke saziyên ku qaşo parastina mafên mirovan dikin bixwazin, dikarin dawiyê li van bêhiqûqiyan bînin. Nexwe dê bibin aliyekî êrişên li ser gelê Kurd. Divê vê bêdengiya xwe bi dawî bikin. Hesabê her kesî di aloziya heyî de heye û ev yek nayê qebûlkirin. Divê di zûtirin demê de biçin Îmraliyê û pêşî li vê xwînê bigirin.”

RIHA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.