Kesên çekdar doh hewl dan ku yekî ji rûspiyên eşîra El-Enbaza li gundewarên bakurê bajarê Dêrazorê qetil bikin.

Kesên çekdar hewl da ku Ebdulcelîl El-Salih El-Hemed bikujin. Ew ji rûspiyên qebîleya El-Enbaza ya eşîra El-Egîdat a ji bajarokê Xeşam ê li gundewarên rojhilatê Dêrazorê ye.

Kesên çekdar li ser motorsîkletê li herêma El-Ezbe ya bakurê Dêrazorê gule li El-Hemed reşandin. Di encamê de El-Hemed ji serê xwe birîndar bû.
El-Hemed niha li nexweşxaneya bajarê Hesekê tê dermankirin.

Ebdulcelîl El-Hemed ku berê ji ajansa me re axivîbû û dabû zanîn ku hin alî dixwazin ewlehiya herêmê têk bibin û tevliheviyê çêkin.

Pêr jî kesên nenas avêtibûn ser mala endamê Meclîsa Şaredariya El Hisên, Abdulazîz el Xelef û lê reşandin. El Xelef li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da.

DERAZOR