Êrîşên dewleta Tirk a dagirker didomin

Şemî 9 Tebax 2025 - 02:45

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê (HPG-NRÇ) ragihand ku tevî biryara agirbestê jî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê didomin.

HPG-NRÇ daxuyaniyek nivîskî da û diyar kir ku ji 24’ê Tîrmehê heya 7’ê Tebaxê êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li hemberî hêzên gerîla yên li Herêmên Parastinê yên Medyayê didomin.

Di daxuyaniyê de ev hûrgûlî hatin parvekirin:

24’ê Tîrmehê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Sinînê ya herêma Xakurkê 4 caran bi dronên bombebarkirî hatin bombebarankirin.

25, 27, 28 û 30’ê Tîrmehê Qada Berxwedanê ya Berê Zînê ya herêma Xakurkê 22 caran bi çekên giran, top û obusan hatin bombebarankirin.

Di navbera 24’ê Tîrmehê – 3’yê Tebaxê de Qada Berxwedanê ya Girê Bahar a herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê 32 caran bi çekên giran û hewanan hatin bombebarankirin.

Di navbera 27’ê Tîrmehê – 7’ê Tebaxê de li ser Zap, Metîna, Xakurkê, Garê û Qendîlê liv û tevgera keşfe ya ÎHA û SÎHA’yan hebû.

Di navbera 24’ê Tîrmehê – 7’ê Tebaxê de li herêmên Zap, Metîna û Xakurkê bi armanca dagirkirinê rê hatine çêkirin.

23, 24, 26, 27 û 28’ê Tîrmehê banga teslîmbûnê li hêzên me yên li herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê hate kirin.”

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.