Li bajarê başûrê Elmanyayê Munchenê, Kurdan êrişên dewleta Tirk ên dagirkeriyê protesto kir û di heman demê de salvegera 11’an a Şoreşa Rojava jî pîroz kir.
Ciwanên înternasyonalîst û Kurd li Meydana Stachus a Munchenê civiyan. Wan salvegera 11’an a Şoreşa Rojava pîroz kir û hevkariya dewleta Tirk a dagirker û dewleta Elman jî protesto kir.
Li hemberî bêdengiya raya giştî ya navneteweyî ya li pêşberî êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmê jî nerazîbûn hat nîşandan.
Meclîsa Gelê Kurd a Munchenê û Înîsiyatîfa Ciwanên Kurd a Munchenê jî tevlî çalakiya Defend Rojava bû.
Di çalakiyê de alayên YPG/YPJ'ê hatin hilgirtin.
ANF/MUNCHEN