Êrişên bi gazên jehrî didomin

Sêşem 14 Adar 2023 - 00:01

Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê êrişa bi gazên jehrî ya li ser dibistanên keçan didome. Di beramber de jî berpirsên Wezareta Perwerdê ya Îranê îdia kirin ku ti pirsgirêkek li dibistanan nine.

Li hin bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bi gazên jehrî êrişê ser dibistanên keçan hatin kirin. Ji ber êrişan gelek xwendevan bi jehrî bûn û rewşa wan a tendirustî xirab bû.

Li gundê Bêsaran a ser bi devera Jarewu ya parêzgeha Sine bi gaza jehrî êrişê dibistanek ya keçan hat kirin.

 

Dibistan li xwendekaran qedexe kirin

Çalakî û nerazîbûnên li dijî êrişan berfireh dibin. Divê çarçoveyê de duh li Newzland, Kanada, Emrîka, Swêd, Îtalya, Fransa, Danîmarka, Elmanya û çend welatek din Kurdên Rojhilat û hemwelatiyên Îranê li dijî êrişên bi gazên jehrî çalakî lidarxistin. Piştgiriya xwe bi serhildana ‘Jin, jiyan, azadî’ re nîşandan.

Li aliyê din li Zanîngeha Elame ya li Tehranê li 30 xwendekarên ku li dijî êrişên bi gazên jehrî nerazîbûn nîşan dabûn, ketina wan a zanîngehê hat qedexekirin.

 

Xaniyên xelkê Belûcî şewitandin

Koma Kampanyaya Çalakvanên Belûç ragihand ku Pasdarên Îranê êrişî xelkê Mirabad û Mordadabadê yên ku li Xaniyên Şebana û taxên Çabeharê dijîn kirin. Komê ragihand ku pasdaran malên gel bi vîncê hilweşandin û şewitandin.

Der barê hilweşandina malên gel û şewitandina wan de ji aliyê rejîma Îranê ve ti daxuyanî nehatine dayîn.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.