Êrişa li dijî vîna Kurdan

Çarşem 24 Gulan 2023 - 13:38

Beriya dewra diduyê ya hilbijartina serokkomarê Tirkiyeyê, hikûmeta niha, qirkmirina siyasî ya li dijî Kurdan berfireh kir.  Hêzên dewleta Tirk li Mêrdîn, Êlih, Manîsa, Izmîr, Dîlok û Şirnexê bi gelek malan de girt û bi dehan kes kirin nezaretê.  

Polêsan li navçeyên Mêrdînê Artuklu û li Kerboranê, li Manîsa, Dîlok û li navçeya Şirnexê Hezexê, bi ser gelek malan de girt. Di encama serdegirtinên malan de polêsên Tirk 22 kes kirin nezaretê.  

Hêzên deweta Tirk li Taxa Saraçoglû ya Artukluyê, ji heman malê xwişk û birayên hev Ramazan, Agît û Heja Kalkan û xwişkên hev Hîvîdar û Bêrîvan Taş kirin nezaretê. Wan li heman navçeyê Firat Akar û Rojhat Altaş jî kirin nezaretê. Hat zanîn ku ciwan, di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê ya li dijî kongreya Meclisa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de hatine girtin. 

Merve Oguz û kesekî navê wî nehat zanîn jî li Kerboranê hatin binçavkirin. Hat zanîn ku ev kes jî ji ber lêpirsîneke Serdozgeriya Mêrdînê hatine binçavkirin.  

Pêr jî di çarçoveya lêpirsîneke cuda de li Mêrdînê 17 kes hatibûn binçavkirin û girtina îfadeyên wan ên li avahiya cendirmeyan didome. 

Li Hezexê 6 kes kirin binçavan 

Di encama serdegirtinên malan ên li Hezexê de jî Civan Karavîş, Umît Geçgel, Yûsuf Kargol, Mûrat Kavçîn, Emrûllah Kavçîn û Rojhat Pîşkîn hatin binçavkirin. Hat zanîn ev ciwan birine midûriyeta polêsan û sedema binçavkirina wan nehat zanîn.  

Li Êlihê 3 kes kirin nezaretê

Di serdegirtinên malan ên li Êlihê de jî Adnan Vûral, Vedat Ozer û Mazlûm Îtmez hatin binçavkirin. Hersê kes birin midûriyeta polêsan a Êlihê û sedema binçavkirina wan nehat zanîn. 

Li Manîsa bi ser malan de girtin

Polêsan li Manîsayê jî bi ser malên endam û rêveberên Partiya Çep a Kesk de girt. Polêsên Tirk li navçeya Saruhanliyê rêvebera Partiya Çep a Kesk a navçeyê Gulsum Tozan û namzeta parlamenteriyê ya Partiya Çep a Kesk a Manîsayê Ayşe Karagoz kirin nezaretê. Li navçeya Yunusemreyê jî polêsan keça Hevberdevka Partiya Çep a Kesk a Manîsayê Hasret Çetînê, Kardelen Çetîn kire binçavan. Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Manîsayê de welatî birin Midûriyeta Polêsan a Manîsayê. 

 Li Dîlokê 4 kes kirin nezaretê 

Di 25’ê Nîsanê di çarçoveya lêpirsîna navenda wê Amedê de li 21 bajaran bi ser gelek malan de hatibû girtin. Di çarçoveya heman lêpirsînê de li Dîlokê polêsan bi ser malên 4 kesan de girt, endamê Meclisa Ciwanan a Partiya Çep a Kesk ê Dîlokê Abdurrahman Elmas, û Cengîz Uslu, Mûrat Basût û Bayram Ayhan kirin nezaretê. 

12 muzîkjen kirin nezaretê

Li Izmîrê jî polêsan bi ser malan de girt û 12 muzîkjen kirin nezaretê. Di navan wan de Sertan Ozdemîr, Şakîr Yîgît Ozdemîr, Cemal Emen, Ridvan Kaya, Fatîme Tandogan, Eyûp Azrak, Gokhan Gonluaçik û Kadîr Yasîn Temûr jî hene. Mûzîkjenn ji ber ku tevlî vekirina buroya hilbijartinê ya Partiya Çep a Kesk bûbûn, hatin binçavkirin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.