- YBŞ: Xwîna fermandarê hêja û mezin Heval Seîd li erdê namîne, heta ku ev faşîzma dewleta Tirk têk diçe, berxwedana me wê bidome. Bi hezaran şervanên heval Seîd wê bi awayekî fedaî bi rola xwe rabin.
Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) diyar kir ku di êrişa balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker de, doh li Şengalê fermandarê wan Seîd Hesen û biraziyê wî Îsa Xwedêda yê ku bi xwe jî şervanê YBŞ’ê bû, şehîd bûne, 3 sivîl jî birîndar bûne. Fermandariyê banga xwedîderketina li şehîdan li tevahiya civaka Êzîdî û tevahiya Kurdan kir.
Fermandariya Giştî ya YBŞ’ê derbarê êrişa balafirên şer ên dewleta Tirk a dagiker de ku doh li dijî navenda Şengalê pêk hat, daxuyaniyeke nivîskî weşand.
3 sivîl birîndar bûn
YBŞ´ê got, “Îro [Doh] li navenda Şengalê di rêya sûka kevin de wesayîteke me ji aliyê balafirên drone ên bi sîleh ên dewleta Tirk a dagirker ve hedef hat girtin. Di êrişê de Fermandarê YBŞ’ê Seîd Hesen, birazîyê wî û şervanê YBŞ’ê Îsa Xwedêda şehîd bûn, 3 sîvîlên bi navê Medya Qasim Simo, Şamir Abbas Berces, Mîrza Alî jî birîndar bûn.
Dewama qirkirinê ne
Ev êrîşa faşîst-qirker a li hemberî gelê Ezîdî ne cara yekemîn e, ev êrişên dewleta Tirk, dewama qirkirina gelê Ezîdî ye. Li hemberî mafên Êzîdiyan, li hemberî xweparastin û xwebirêvebirinê êriş heye.
Beriya bi 3 salan çawa ku heval Mam Zekî ji hêla dewleta faşîst a Tirk ve hedef hat girtin, îro [doh] Heval Seîd jî bi heman armancê hedef hat girtin. Heval Seîd, bi salan e, ji bo ku gelê Êzîdî karibe xwe bi rêxistin bike, pêşengtî kiriye. Ji bo ku gelê Êzîdî xwe biparêze fermandarî kiriye. Di fermanê de jî li hemberî êrişan di eniya pêş de bi rola esasî rabûye. Her wiha ji bo ku karibe êşên gelê Êzîdî di qada siyasî de bide nîşandan, bû zimanê gelê xwe. Ji bo parastina Êzîdiyan bû hêza baweriya gelê xwe.
Xwîna fermandarê hêja û mezin Heval Seîd li erdê namîne, heta ku ev faşîzma dewleta Tirk têk diçe, berxwedana me wê bidome. Bi hezaran şervanên heval Seîd wê bi awayekî fedaî bi rola xwe rabin.
Em ê serketinê misoger bikin
Em bang li gelê xwe yê Êzîdî, gelê xwe yê Kurd, mirovên bi rûmet dikin da ku li hemberî êrişên faşîst dengê xwe bilind bikin, xwedî li şehîdan derkevin.
Soza me ji Şehîd Seîd, Şehîd Mam Zekî û Şehîd Îsa re ew e ku em xeyalên wan ên Şengala azad, demokratîk û xweser pêk bînin û gelê xwe biparêzin. Em soz didin, ku em ê li ser şopa şehîdan serketinê misoger bikin."
NAVENDA NÛÇEYAN