‘Êrişa Iraqê nemirovane ye!’

Çarşem 4 Gulan 2022 - 22:30

  • Desteya Însyatîfa Gelê Başûr a li dijî êrişên li dijî Şengalê, li Silêmaniyê çû serdana Nûnertiya Partiya Azadî û Demokrasî ya Êzîdiyan (PADÊ). 

Desteya Însyatîfa Gelê Başûr a li dijî êrişên li dijî Şengalê, li Silêmaniyê çû serdana Nûnertiya Partiya Azadî û Demokrasî ya Êzîdiyan (PADÊ). Di serdanê de desteyê helwêsta xwe ya li dijî êrişa hikûmeta Kazimî ya li dijî Şengalê nîşan da û got, armanca êrişan, jiholêrakirina Rêveberiya Xweser a Şengalê û şikandina îradeya gelê Şengalê ye.

Di heyeta Desteya Însyatîfa Gelê Başûr a li dijî êrişên li dijî Şengalê de gelek aktivîstên civaka sivîl û kesayetên siyasî hebûn. Berpirsê Nûnertiya PADÊ Merwan Şengalî deste pêşwazî kir. Di serdanê de li ser navê Desteya Însyatîfa Gelê Başûr a li dijî êrişên li dijî Şengalê, ji bo piştgiriya berxwedana hêzên Êzîdxanê, aktivîst Newroz Fazil daxuyanî da.

Wî got, “Komkirina hêzên Iraqê li derdora Şengalê li ser xwesteka dewleta Tirk û şerxwaziya PDK’ê pêk tê. Bi dirêjahiya dîrokê, pîlanên qirêj ên Îslama siyasî, hêzên faşîst û netewperest li ser gelê Êzîdî dewam kirine. Îro jî hêzên Iraqê li ser daxwaza dewleta Tirk û PDK’ê êrişî Şengalê dikin. Em van êrişan şermezar dikin. Diviya PDK’ê ji bo rizgarkirina Zumar, Xaneqîn, Duzxurmato û Kerkûkê şer bikira, neku hêz biribaya ser Şengalê û radestî hêzên Iraqê bike.”

Piştre Siyasetvan, Mihemed Emîn Pêncwênî êrişa li dijî Şengalê şermezar kir û got, “Êrişa artêşa Iraqê, karekî ne mirovane ye, kesên li wê derê parastina şeref û rûmeta Kurdan dikin, xelkê Şengalê ne. Li gorî yasayê jî YBŞ beşeke ji hêzên çekdar ên Iraqê. Bi çi yasa û mafî, artêşta Iraqê êrişî Şengalê dike û ji YBŞ’ê re dibêje ji navçeyê derkevin? Ku ew li malên xwe ne û parastina gel, cih û warên xwe dikin.”

ROJNEWS/SILÊMANÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.