Kurd û dostên xwe li Elmanya, Belçîka, Fransa û Swîsreyê daketin meydanan û êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û xiyaneta PDK’ê şermezar kirin.
BRUKSEL: Komek ji çalakgeran li ber gara trenê ya navendî ya Brukselê li hev kom bû û êrişa dewleta Tirk a li ser wesayiteke Jin TV a li Rojava şermezar kir. Çalakgeran bi rengekî bêdeng çalakiya rûniştinê kirin, alên TJK û wêneyên Rêber Abdullah Ocalan hildan. Di dawiya çalakiyê de dirûşma 'Jin, Jiyan, Azadî' û 'Bimire xiyanet' hatin qîrîn.
VÎLLÎERS-LE-BEL: Li banliyoya Vîllîers-le-Bel a li paytexta Fransa Parîsê komek ji çalakgeran daxuyaniyek dan çapemeniyê. Di çalakiyê de xiyaneta malbata Barzanî hate şermezarkirin û hate gotin, "Azadiya gelê Kurd bi yekîtiya neteweyî dibe." Çalakî bi dirûşma "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.
FRANKFÛRT: Li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê jî, êrîşên dewleta Tirk ên li ser rojnamevanan û mirovên sivîl, bi mîtîngeke hate şermezar kirin. Di mîtîngê de xiyaneta PDK'ê jî hate teşhîrkirin.
Di mîtînga de ku li navenda bajêr li Haûptwacheyê pêk hat, belavok jî hatin belavkirin. Di çalakiyê de tim û tim dirûşmên 'Kujer Erdogan', 'Bimire xiyanet', 'Bijî berxwedana gerîla', 'Bijî berxwedana Rojava' û 'Bijî Serok Apo' hatin qîrîn.
MUNÎH: Kurd li bajarê Munîhê bi banga Înîsiyatîfa Ciwanan a Munîhê û DKTM’ê li qada Stachûsê hatin ba hev û êrîş bi daxuyaniya çapemeniyê şermezar kirin. Gava çalakiyê dirûşmeyên ‘’Bes ji bo qetlîamên li Kurdistanê’’ û ‘’Şehîd namirin’’ û ‘’Bimire Îxanet’’ hatin berzkirin.
DARMSTADT: Kurdan li Darmstadtê jî êrîşên dewleta Tirk ên bi balafirên biçek ên bêmirov protesto kirin. Kurd saet di 18.00’an de li Lûîsenplatza li navenda bajêr hatin ba hev. Di daxuyanî û axavtinên li vir hatin kirin de, hat diyarkirin ku êrîşên dewleta Tirk ên li Rojava û Başûrê Kurdistanê sûcên li dijî mirovahiyê ne. Çalakgeran bêyî navbir dirûşmeyên ‘Erdoganê kujer’ û ‘Bijî Rojava’ berz kirin.
LÛZERN: Bi banga Navenda Civaka Demokratîk a bajarê Lûzern ê Swîsreyê, bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger û Jinên Ciwan ên Tekoşer Kurd li ber Bahnofplatzê kom bûn û çalakî lidarxistin. Di daxuyaniya çalakiyê de îşaret bi qetlkirina sivîlan hate kirin û hate gotin;’’23’ê Tebaxê dewleta Tirk a dagirker êriş kir û xebatkarê JIN TV Necmedîn Feysel şehîd bû, nûçegihan Delîla Egîd birîndar bû. Em van êrişên li dijî çapemeniya azad şermezar dikin.’’ Herwiha xiyaneta PDK’ê jî di çalakiyê de hate teşhîr kirin.
NAVENDA NÛÇEYAN