Meclisa Kantona Şehbayê êrişên misêwa ên dewleta Tirk a dagirker û dorgirtina bi destê hikûmeta Şamê li ser kantonê, şermezar kirin û got, ew dixwazin gel tengav bikin û herêmê vala bikin. 

Meclisa Kantona Şehbayê doh daxuyaniyek da raya giştî. Bi beşdarbûna endamên meclisê, endamê meclisê Ehmed Hesen daxuyanî li navçeya Fafînê xwend. 

Ehmed Hesen got, “Dewleta Tirk di vê dawiyê de êrişên xwe yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde kirin. Li ber çavê Emerîka û Rûsyayê bi awayekî misêwa û bi çekên giran sivîl li herêma Şehbayê û herêmên rojhilatê Firatê, Til Temir, rêya navneteweyî (M4) kirin hedef.
Li rex wan êrişan jî operasyonekê li dijî Başûrê Kurdistanê pêk tîne, baregehên leşkerî lê ava dike, êrişî Şengal û Mexmûrê dike, fermandar û sembolên berxwedana Şengalê dike hedef. Van hemûyan bi armanca tinekirina projeya neteweya demokratîk û destketiyên bi saya vîna gelan ên li Şengal û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, pêk tîne. 

Dewleta Tirk ji bo zemîneke guncaw ji bo vejandina DAIŞ`ê ava bike, hewl dide fitneyê di navbera pêkhateyên Ereb û Kurd de derxe. Ev siyasetên wê hevsengî siyasetên berê yên hikumeta Şamê ye ku şêniyên Xûtayê û niha jî şêniyên Derayê ber bi bakurê Sûriyê ve rê dike û li gundên Kurdan ên girêdayî herêma Babê bi cih dike da ku siyaseta guhertina demografiyê ya ku hikûmeta Şamê û dagirkeriya Tirk li Sûriyê bi giştî pêk tînin, temam bibe.  

Armanca dorgirtina li ser kantonê û siyaseta dewleta Tirk a êrişên misêwa ew e ku gel tengav bibe, herêm vala bibe û vîna gel bişike.
Em sûcên dewleta Tirk û kirinên hikûmeta Şamê şermezar dikin. Em bang li civaka navneateweyî, Rûsya û Emerîkayê dikin da ku li hemberî van sûcan û siyaseta li dijî herêmê, bisekinin.

Em bang li rêxistinên hiqûqî, navneteweyî û mirovî dikin da ku bi rola xwe rabin û azarên gelê me bi dawî bikin.”

ANHA/ŞEHBA