- Deşta Nînovayê ji bo Iraqê çiqas girîng be, Çiyayê Şengalê jî ji bo serweriya li vê herêmê ewqasî girîng e. Û niha dewleta Tirk û PDK, di ser Mûsilê re dest werdidin Şengalê.
MERWAN ZERDEŞT
Piştî ku dewleta Tirk a dagirker bi hevkariya PDK’ê li hemberî herêmên gerîla di 17’ê Nîsanê dest bi operasyoneke nû ya dagirkeriyê kir, di 18’ê Nîsanê de jî artêşa Iraqê bi carekê re berê xwe da Şengalê û li hemberî hêzên parastinê yên Şengalê dest bi pîlana dorgirtin û teslîmgirtinê kir. Asayîşa Êzîdxanê bersiveke tund da van êrişan û di encamê de li gelek deverên Şengalê şer qewimî*. Ev rewş heger heta niha negihiştiye asta şerekî berfireh, ji ber helwêsta hesas a Rêveberiya Xweser a Şengalê û hêzên parastina Şengalê ye. Lê liv û tevgera artêşa Iraqê û pozîsyona wê, zemîna şerekî giran jî ava kiriye. Em dikarin bibêjin, li Şengalê rewşeke bir hesas û nazik heye, û ne zelal e ka wê ber bi ku ve biqelibe.
Niha gelek kes rewşa Şengalê meraq dikin û hewl didin bersiva hin pirsan bidin. Gelo artêşa Iraqê hemwextê êrişên dewleta Tirk û PDK’ê yên li hemberî herêmên gerîla, çima kete nav liv û tevgereke wisa ya berfireh? Kê ev êriş pîlan kir û xist meriyetê? Ev hêzên artêşê yên li Şengalê di bin bandora kîjan hêzan de ne? Em dikarin pirsan zêde bikin lê ji bo fêmkirina rewşa Şengalê, pêdivî bi nirxandineke kurt a dîrokî û stratejîk heye.
Kazimî ne bi destê xwe ye
Bi taybetî piştî Peymana 9’ê Cotmehê [2020] ya di navbera hikûmeta Kazimî, dewleta Tirk û PDK’ê de, Kazimî hewl dida ji Bexdayê Şengalê bi rê ve bibe, di demên bihurî de gelek caran dema artêşa Iraqê li Şengalê diket nav liv û tevgerê, digotin, “Me ferman ji Bexdayê girtiye.” Ev rastiyek e û Kazimî hê jî hewl dide vê pîlanê li ser navê dewleta Tirk û PDK’ê bixe meriyetê.
Lê wekî tê zanîn piştî hilbijartina Iraqê, ev 7 meh in ku hikûmet nehatiye avakirin û krîza li Iraqê her ku diçe kûr dibe. Esas, pergala siyasî, aborî û civakî ya Iraqê xitimiye û nikarin ti plansaziyeke stratejîk bi pêş bixin yan jî biryareke esasî bidin. Her çiqas Kazimî ji ber vê valahiya siyasî di pratîkê de serokwezîrê hikûmetê be jî, di rastiyê de ev jî bêwate bûye.
Bi dek û dolaban serweriya li ser Mûsilê
Naxwe, çawa dibe ku dewleta Tirk û PDK dikarin di vê astê de bandorê li ser siyaseta Şengalê bikin, beşeke artêşa Iraqê bi ser Şengalê ve bişînin?
Tam di vê nuqtê de rola Mûsilê derdikeve pêş. Mûsil di dema Osmaniyan de yek ji parezgehên girîng ên Împarotoriyê bû û piştî Şerê Cîhanê ya Yekemîn, ji ber siyaseta Brîtanyayê, rewşa vê herêmê her nakok hate hiştin. Dewleta Tirk di çarçoveya “Mîsak-i Mîllî” de ev 100 sal in ku li pey Mûsilê ye. Di salên dawî de jî Erdogan bi destê PDK’ê û hin hêzên sunî, bandora xwe ya li vê herêmê xurt kiriye.
Li Iraqê, bi girîngiya deşta Mûsilê tê zanîn. Di 2014’an de jî DAIŞ’ê ji ser Mûsilê xwe li Rojhilata Navîn hemûyî belav kiribû. Wê demê jî esas, dewleta Tirk a dagirker bi destê DAIŞ û PDK’ê xwestibû deşta Nînovayê bixe bin serweriya xwe. Lê ev plan li ber berxwedana hêzên azadiyê têk çûbû. Lê dewleta Tirk dest ji vê siyaseta xwe ya stratejîk berneda û bi polîtîkayên cûda destwerdana vê herêmê kir. Niha jî ji aliyê îdarî, siyasî û leşkerî ve bandora xwe ya li ser vê herêmê gelek xurt kiriye.
Dewleta Tirk û PDK dest werdidin Şengalê
Lazim e rewşa Şengalê jî di vê çarçoveyê de were nirxandin. Ji ber ku Deşta Nînovayê ji bo Iraqê çiqas girîng be, Çiyayê Şengalê jî ji bo serweriya li vê herêmê ewqasî girîng e. Û niha dewleta Tirk û PDK, di ser Mûsilê re dest werdidin Şengalê. Di vir de lazim e agahiyeke din a girîng jî bi raya giştî re were parvekirin. Hêza ku di rojên dawî de rê li ber şer û pevçûnê vekiriye, ne hêza artêşê ya Şengalê ye. Hêza Firqa 15’an e ku ji derveyî Şengalê, ji derdora Rabiayê hatine şandin. Yanî ev hêz ne hêza artêşa Iraqê ya Şengalê ye.
Armanc bi serxistina Mîsak-i Millî ya Tirkan e
Di vir de rola Rêveberê Operasyonên Artêşê ya Mûsilê derdikeve pêş; tevahiya hêza leşkerî ya Mûsilê di bin fermandariya wî de ye. Vî kesî, bi taybetî di sala dawî de gelek caran bi hincetên cûda hêza arteşê veguheztiye Şengalê. Ya din jî, di demeke nêz de fermandariya artêşê ya Şengalê hatibû guhertin. Bi taybetî piştî ku hêza artêşê ya Şengalê ket bin fermandariya Serekê Firqeyê Şengalê Esîr Rubayî, di van mehên dawiyê de hêzên girêdayî wî, ketin nav hewldanên gelek provokatîf. Vî kesî di demeke nêz de li navenda Şengalê ala Iraqê bilind kiribû, gef kiribûn, gotibû, kî posterên Rêber Abdullah Ocalan bilind bike, ew ê wan bikuje û binax bike.
Niha di nav vê tabloya giştî de tişta ku derdikeve holê ev e, dewleta Tirk û PDK bi destê hin fermandarên artêşa Iraqê, dest werdidin Şengalê. Lazim e hêzên siyasî yên Iraqê hemû, yanî ew hêzên ku her roj behsa serweriya Iraqê dikin, li ber êrişên li dijî Şengalê rabin. Ji ber ku ev êriş ne tenê li dijî Şengalê, di heman demê de li dijî Mûsilê jî xetereke mezin e. Dewleta Tirk bi vî awayî dixwaze di 2023’yan de Mîsak-i Mîlli pêk bîne. Siyasetvan, rewşenbîr û gelên Iraqê lazim e vê rastiyê bibînin û zanibin dewleta Tirk a dagirker, bi hevkariya PDK’ê dixwaze parezgeha Nînovayê bike erdê Osmaniya Nû û di nava vê de Şengal jî heye.
Bi zextên PDK û Tirkiyeyê êriş dikin
Fermandariya Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) têkildarê êrişa artêşa Iraqê ya li dijî nuqteyên kontrolê yên Asayîşa Êzîdxanê, got, ku ev êrişên Artêşa Iraqê bi zextên PDK’ê û dewleta Tirk a dagirker tên kirin û ji êrişên li PDK’ê û dewleta Tirk ne qut in.
YBŞ got, “Roja 18’ê Nîsanê, artêşa Iraqê rasterast êrişî nuqteyeke Asayîşa Êzîdxanê ya li gundê Digurê kir. Hêza Asayîşa Êzîdxanê mecbur ma bersiv da êrişê.
Piştî vê 19’ê Nîsanê li nûqteyên hêzên me û artêşa Iraqê yên hevbeş, êrişî hêzên me kirin û xwestin bi van êrişan hevalên me dîl bigirin. Artêşa Iraqê dixwaze provakasyona li ser me dewam bike.
Em vê êrişa artêşa Iraqê ji êrişên PDK û dewleta Tirk a qirker û dagirker qut nabînin. Ev êrişên artêşa Iraqê bi zextên PDK û dewleta Tirk a dagirker tên kirin. Bi van êrişan dixwazin careke din koletiyê bi me û gelê me bidin qebûlkirin.
Ji 9’ê Cotmeha 2020’an ve, me xwest em bi hev re pirsgrêkên xwe çareser bikin. Dîsa jî xwestin bi vê êrişê destketî û nirxên me binpê bikin. Di van êrişan de hevrêyekî me şehîd bû û 2 hevrêyên me jî birîndar bûn.
Ji vê rojê pê ve jî emê li hember her cûreyê êrişan li ber xwe bidin. Soza ku me daye şehîdên xwe yên qehreman û gelê me yê welatparêz, em ê vê xaka qedîm heta dilopa xwîna xwe ya dawî biparêzin.”