Êriş li dijî azadiya jinan in

Nûçeyên Dîaspora

Sêşem 31 Çile 2023 - 01:11

Li bajarê Fransayê Toulousê nûnerên jin ên ji tevgerên azadiyê yên Kurd, Efxan û Îranî behsa têkoşîna jinan li welatên xwe kirin.

Li ser navê tevgera Kurd, Berîvan Firat behsa  dîroka miletê Kurd a berxwedanê kir û got, nexasim ji darbeya leşkerî ya 1980´yî ve êdî hewldan bi temamî bûye tinekirina nasnameya Kurd. Paşê wê behsa birêxistinbûyîna jinên Kurd kir. Wê behsa wê yekê kir ka çawa tevgera azadiyê ya Kurd slogana "Jin jiyan azadî" kir ji sembolên xwe û ev slogana hanê îro nexasim li Îranê veguheriye şoreşekê, piştî raperîna li dijî qetilkirina Jîna Amînî.

Wê “bal bire ser komkujiyên Parîsê jî û got, Fidan Dogan (Rojbîn), Sakine Cansiz (Sara) û Leyla Şaylemez (Ronahî), li Parîsê 9´ê Çileyê 2013´an hatin şehîdkirin, û Emine Kara (Evîn Goyî) jî tevî Mîr Perwer (M. Şîrîn Aydin) û Abdurrahman Kizil li Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya 22´yê kanûna 2022´yan hatine şehîdkirin. Wê ev êriş û gelek êrişên din ên dewleta Tirk weke şerê li dijî azadiyê yê jinên Kurd bi nav kir. 

Divê piştgirî bê birêxistinkirin

Seroka Komeleya Negar a piştgiriya jinên Efxan, Haidarê jî got, halê hazir qederê 40 milyon Efxanî esas li dijî Talîbanê ne. Wê got, hin mêr li çiyayan hîna li ber xwe didin û li bajaran jî jin li dijî Talîbanê li ber xwe didin.

Hengameh ya ji Îranê jî têkoşîna jinan a li Îranê weke yeke gerdûnî bi nav kir. Wê ji bo piştgiriya têkoşîna jinên Efxan jî xwest piştgirî bê birêxistinkirin: “Pêdiviya me bi komîteyên piştgiriyê yên cihî heye ji “bo mafên jinên Efxan.”

TOULOUSE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.