Li bajaroka Xanesorê ya Şengalê şehîdên ku di 3’yê Adara 2017’an de di êrişa çekdarên PDK’ê de şehîd bûn hatin bi bîranîn û ji bo şermezarkirina êrişê meşiyan.

Di 3’yê Adara 2017’an de çekdarên Roj ên ser bi Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) êrişî Xanesorê kirin. Di êrişê de 4 şervanên YBŞ’ê, endamekî Asayîşa Êzîdxanê, rojnamegerek, jinek û 2 gerîlayên ku xwestin navbeynkariyê bikin şehîd bûn. Li bajoroka Xanesorê ya Şengalê bi meşekê ev êriş hate şermezar kirin.

Li cihê ku êrişê destpêkir, meş vegeriya mitîngê. Li wir di serî de daxuyaniya Malbatên Şehîdan hate xwendin û di daxuyaniyê de xiyaneta Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) hate şermezarkirin.

ROJNEWS/ŞENGAL