Êriş dewama fermanê ne
Şemî 4 Adar 2023 - 01:27
Mala Êzdiyan a Herêma Cizîrê da zanîn ku hedefgirtina dewleta Tirk a dagirker ji fermandarên YBŞ′ê, Asayîşa Êzîdxanê, bi rêya balafiran, dewama rêbaza qirkirinê ya çeteyên DAIŞ′ê ye.
Mala Êzdiyan got. “Dewleta Tirk a dagirker her tim li pêş çav û guhên cîhanê gelê me yê Şengalê dike hedef.
Gelo mafên me yê pirsînê tine ye ka çima dewleta Tirk a dagirker gelê me hedef digire û cîhan jî dibihîse û naaxive? Gelo exlaq di siyaseta cîhanê de ku diruşmên mafên mirovan hildidin, winda bû?
Hedefgirtina fermandarên Şengalê bi balafirên bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker dewama metoda çeteyên DAIŞ′ê ye da ku reseniya herêmê têk bibin.
Ruxmî bangên me li kesên îdîaya parastina Şengalê dikin, lê dewleta Tirk di êrişên xwe de dewam dike. Çeteyên DAIŞ′ê bi rêya fikrên xwe yên terorîst xwestin Êzîdiyan qir bikin, lê belê dewleta Tirk a ku dît parlamentoyên Ewrûpayê fermana Şengalê wek jenosîd nas kirin, pêkhateya resen kir hedef.
Iraq a ku îdîaya berpirsiyariya ewlehiya Şengalê û şêniyên wê dike û israr dike welatiyên wê bi dewleta Iraqê ve werin girêdan, hîna li van kirinan temaşe dike. Ev gotin ji bo Herêma Kurdistanê jî lê ye, ji ber ku ji bilî Şengalê, ew bi her tiştî re mijûl e."
ANHA/HESEKÊ