Êriş Berxwedan ruhê Kobanê bû
Şemî 6 Kanûn 2025 - 03:15

- Yek ji fermandarên Yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) Çiya Mahabad Şehîd Êrîş Berxwedan bi bîr anî û got: "Heval Êrîş li ser esasên weke pêwîstiya rêxistinê û valahiya li qadan xwe berpirsiyar didît û tevlî kar dibû. Ew ruh û îradeya gelê Kobanê ku bi salan weke qad û navendeke têkoşîna rizgariya gelê Kurdistanê bû, di kesayeta xwe de pêk anîbû. "
Yek ji fermandarên Yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) Çiya Mahabad têkildarî jiyan û têkoşîna gerîla Êriş Berxwedan ê ku 3'yê Kanûna 2023'an di êrişa dewleta Tirk de li Pênciwinê şehîd bû, axivî. Çiya Mahabad bi vî rengî qala têkoşîna Êriş Berxwedan kir:"Di destpêkê de em li ser navê Hêzên Rojhilatê Kurdistanê (HRK) ji malbata hêja û gelê me yê Kobanê re sersaxiyê dixwazin. Di şexsê heval Êrîş de em bejna xwe li hemberî hemû şehîdan ditewînin. Ji bo zîndîkirina bîranînên wan û pêkanîna armancên wan em soza xwe ya bilindkirina têkoşînê dubare dikin.
Heval Êriş, weke ciwanekî ji Kobanê ku berxwedana xwe û têkbirina çeteyên DAÎŞ’ê navê xwe li seranserê cîhanê belav kir, ji roja beşdarbûna xwe û heya roja şehadeta xwe ku me bi hev re li qada Rojhilatê Kurdistanê têkoşîn meşand, bi wî ruhî, bîr û bawerî û sekna berxwedêr tevlî Yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) bûbû. Heval Êrîş, li derdora xebatên me yên li qadê kar dikir. Di warê teknîkî de pispor bû. Bi rastî jî ji teknîkên di destê me de fêm dikir û her tim hewl dida ku wan bi awayekî serkeftî bi kar bîne û nedihişt di kar û xebatên hevalan de ên têkildarî parastin û jiyanê pirsgirêk rû bidin. Bes ne di warê teknîkî de pêşketî bû di heman demê de bi qasî wî aliyê xwe jî di warên jiyan, hevaltî, hezkirina hevalan û tevlîbûna şoreşê de jî ciwanekî bêhempa bû. Heval Êrîş, xwe deyndarê gelê Rojhilat jî didît. Gelek caran me pêre nîqaş dikir û wî jî digot ku gelek ciwanên ji Rojhilat hatin û li Rojava û Kobanê şehîd ketin. Ez jî weke ciwanekî ji Kurdistanê bi wan hest û ruhê neteweyî girêdayî bîranîn û wefedariya wan şehîdan dixwazim li Rojhilatê Kurdistanê têbikoşim. Bi qasî ku li qada Başûr xwedî hewl û ked bû û hewl dida xwe di warê leşkerî û îdeolojî de pêş bixe, di heman demê de ew qasî hewl dida ku biçe Rojhilatê Kurdistanê û li wir li qadên gerîlayan pratîk bimeşîne.
Li ser vî esasî bi taybetî di branşa sekvaniyê de ku di taktîka gerîlayan de branşeke girîng e, perwerdeyên leşkerî standin. Perwerdeya wê branşê dît û xwe amade dikir û pêşniyar kir ku biçe pratîkê. Lê belê ji ber ku hewcehî hebû me demekê ew di xebatên wî yên berê de da sekinandin. Her wiha ew xebatên xwe jî domandin û tu caran negot ku pêşniyara min heye û ev karekî dubare ye. Yanî nêzîkatiyeke cuda nîşan neda. Heval Êrîş li ser esasên weke pêwîstiya rêxistinê û valahiya li qadan xwe berpirsiyar didît û tevlî kar dibû. Bi rastî karê ku dikir paqij bû. Ew ruh û îradeya gelê Kobanê ku bi salan weke qad û navendeke têkoşîna rizgariya gelê Kurdistanê bû, di kesayeta xwe de pêk anîbû. Tim ew mezin dikir û wisa dijiya. Heval Êrîş, di pratîkê de hevalekî berçav bû û kesekî bêhempa bû. Li ku derê kar, pêwîstî û pirsgirêk hebûna berê xwe dida wir û bi awayekî xurt li ser wan disekinî û ew çareser dikirin. Tim hewl dida ku xwe di warên perwerde, pratîk, teknîk, zanistiya teknîkî, fêrbûn û lêkolînê de xwe pêş bixe. Nedigot ku ez vê yekê dizanim, ev têra min dike û bes e. Di nava çend salan de me pêşketinên heval Êrîş bi xwe dît. Xwe gihandibû asteke wisa ku dikarî di çend qadên cuda de kar bide meşandin û pêşengiyê bike. Her wiha girêdayî pêşniyara xwe tim bi kelecan û bi biryar bû ku biçe hundir û pratîk bimeşîne. Ji Şaho bigirin heya Ûrmıye û Makûyê. Daxwazeke heval Êrîş ya bi vî rengî hebû. Lê belê mixabin şehadeta heval Êrîş rê neda ku ev xwestek û hêviya wî pêk were û biçe pratîkê.
ANF/NAVENDA NÛÇEYAN












