- Hevdîtinên di navbera 5 welatên rojavayî û Îranê de li paytexta Awusturyayê Viyanayê dewam dikin.
Hevdîtinên di navbera 5 welatên rojavayî û Îranê de li paytexta Awusturyayê Viyanayê dewam dikin. Wezîrê Karê Derve yê Îranê îdîa kir ku heger niyeta “rojavayiyan” baş be, lihevkirin nêzîk e. Serokwezîrê Îsraîlê Naftali Bennett bi xwe, ji hevdîtinan aciz e, dibêje Îran dewlemendkirina ûranyûmê dewam dike û xwest hevdîtin bên bidawîkirin.
Wezîrê Karê Derve yê Îranê Hisên Emîr Evdillahiyan li ser Twîtterê got, ‘’Heke welatên rojavayî bi niyeteke baş bin, lihevkirin nêzîk e. Em li pey diyalogên rasyonel, bihiş û li encamê asêmayî ne. Nîqaşên li Viyanayê cidî çêdibin û rabûna ambargoyê weke şertê pêşî ye.’’
Serokwezîrê Îsraîlê Naftali Bennett doh bi rêya nivîsgeha xwe bang li hêzên navneteweyî kir da ku danûstandinên nukleerî yên bi Îranê re bidin rawestandin.
Muzakere ji Hezîranê û wir ve sekinîbûn û duşema bihurî dîsa dest pê kirin. Li aliyekî Elmanya, Çîn, Fransa, Kraliyeta Yekbûyî û Rûsya welatên alî yên peymana nukleerê ne û li aliyê din jî Îran. Gava peyman sala 2015’an li Viyanayê hatibû îmzekirin, DYE jî aliyê peymanê bû. Serokê DYE’yê Donald Trump sala 2018’an peyman yekalî betal kiribû. Lê niha, DYE bi rengekî nerasterast tevlî muzakereyên li Viyanayê dibe.
NAVENDA NÛÇEYAN