Erdogan wek sûcdarê şer dadgeh bikin

Pêncşem 17 Adar 2022 - 22:24

  • Ji bo ku Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) li herêmê lêkolînan bike, li gelek welatan çalakî hatin lidarxistin. 

Şandeya Ingilîz a ji bo lêkolîna bikaranîna çekên kîmyewî bi destê Tirkiyeyê, çûbû Herêma Başûrê Kurdistanê ya Federe, xwest serokkomarê Tirk Tayyip Erdogan ji ber sûcên şer were dadgehkirin.

Êrişa dagirkeriyê ya dewleta Tirk 23’yê Nîsana par li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê dest pê kiribûn, û îro jî dewam dikin. Gelek çavkaniyên cihî û aliyê şer ê Kurd, yanî HPG´ê got, Tirkiyeyê di êrişê de çekên kîmyewî bi kar anîne. Ji bo ku Rêxistina Qedexekirina

Çekên Kîmyewî (OPCW) li herêmê lêkolînan bike, li gelek welatan çalakî hatin lidarxistin. 
Şandeyeke Ingilîz di navbera 28’ê Sibatê û 8’ê Adarê de li Herêma Başûrê Kurdistanê ya Federe, li ser bikaranîna çekên kîmyewî lêkolîn kir. 

Edîtorê Navneteweyî yê rojnameya Morning Starê, ji Defend Kurdistan Initiative UK û Berdevkê Koalîsyona li Dijî Çekên Kîmyewî yên li Kurdistanê Steve Sweeney; Endamê Desteya Rêveber a Federasyona Giştî ya Sendîqeyan û Yekitiya Karmendên Serbest ên bi Kontrol ên Neteweyî Andi Kocsondi; rojnamevan û nivîskar John Hunt, endama Partiya Karker a Parlamena Ewrûpayê ya berê û ji damezirînerên Înîsiyatîfa Aştî ji Kurdistanê re Julie Ward, Sekreterê Giştî yê Komîteya Rêveber a Federasyona Giştî ya Sendîkeyan û Sendîkeya Karkerên Civakî John McGowan, Şêwirmendê Sendîkeyê û Wezîfedarê Navneteweyî yê GMB ê berê Bert Schouwenburg û rojnamevan Mylene Sauloy di heyetê de cihê xwe digirin.

Şandeyê piştî lêkolînê daxuyaniyek weşand û xwest Serokkomarê Tirk Tayyip Erdogan ji ber sûcên şer û îdîaya bikaranîna çekên kîmyewî bê dadgehkirin. Şandeyê bang li civaka navneteweyî jî kir da ku dawî li dagirkeriya Tirkiyeyê ya 11 mehan bîne. 
 
'Bêdengî nayê qebûlkirin'

Heyetê êrişa li dijî nexweşxaneya li Şengalê jî bi bîr xist û got, “Di vê êrişê de 4 kes hatin kuştin. Ji ber êrişên Tirkiyeyê, 2 hezar kes ji vir koçber bûn. Ya ku mirov herî zêde aciz dike jî ew e ku tê îdîakirin ku li ser xaka Iraqê çekên kîmyewî bi kar tîne. Ev tev jî sûcên şer in û divê li gorî sûcên şer ceza li wan bê birrîn. Bêdengiya rêxistinên navneteweyî nayê qebûlkirin. Divê ji bo lêkolînkirina îdîayên bikaranîna çekên kîmyewî, OPCW tavilê şandeyekê bişîne Kurdistanê.” 

Enfal û rola dewletên rojavayî

Heyetê Enfalê û rola dewletên rojavayî yên weke Ingilîstanê jî bi bîr xistin û got, “Bêdengî jî nîşaneya hevkariyê ye. Ingilîstan, DYE û rojavayiyan beriya bi 30 salan çek firotin rejîma Beesê. Vê rejîmê li dijî Kurdan çekên kîmyewî bi kar anîn. Tayyip Erdogan jî versiyona roja me ya Sedam Huseyin e ku hewl dide Kurdan tine bike. Bi firotina çekan a Erdogan re heman dîmen dê dîsa dubare bibin. Em destûrê nadin ku Helebceyên nû bên dubarekirin. Divê Ingilîstan, Elmanya, DYE û Yekîtiya Ewrûpayê demildest firotina çekan a ji bo Tirkiyeyê rawestînin. Divê Erdogan li Laheyê weke sûcdarê şer bê dadgehkirin.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.