Erdogan organîze kir Fransayê serê girt
Yekşem 9 Çile 2022 - 22:21
Gelek endamên Tevgera Jinên Kurd û NCDK´ê, birayê Sakîne Cansizê, Metin Cansiz û gelek nûnerên rêxistinên dost ên Fransî amade bûn.
Li ser banga Tevgera Jinên Kurd a Fransayê û Konseya Demokratîk a Kurd a Fransayê (CDK-F) yê doh li ber avahiya Buroya Agahdarkirinê ya Kurdistanê çalakiya bibîranînê hat lidarxistin.
Gelek endamên Tevgera Jinên Kurd û NCDK´ê, birayê Sakîne Cansizê, Metin Cansiz û gelek nûnerên rêxistinên dost ên Fransî amade bûn.
Endama TJK-E´yê Nûpel Munzur li vir peyivî û got, Fransayê hêzên li pey vê komkujiya bi organîzasyona Erdoganî, dadgeh nekirine û heta ku Fransa edaletê pêk neîne bi xwe jî sûcdar e.
Li ser navê CDK-F´ê Agît Polat jî got, tevî ku 9 sal di ser komkujiyê re bihurîne, edalet pêk nehatiye û bêcezahiştin dewam dike. Wî xwest desthilata Fransayê dawî li bêdengiya xwe bîne û “vê şermê ji ser xwe biavêje”.
Seroka France Kurdistanê, Sylvie Jan û endama Meclîsa Şaredariya Departimana 10´an a Parîsê Elie Jousslin jî hazir bûn û wan jî bang li rayedarên Fransî kir da ku edaletê pêk bînin.
Piştî axaftinan hunermend Nûarîn bi stranekê her sê jinên şoreşger ên Kurd bi bîr anîn.
PARÎS