Erdogan neçû hewarê lê dikeve kewarê

Sêşem 14 Sibat 2023 - 16:11

ZEYNEP DURGUT / MA / ŞIRNEX

Desthilatdariya AKP’ê-MHP’ê ji bo hilbijartina îsal serî li rê û rêbazên sosret dide. Di vê çarçoveyê de ji bo ciwanên temenên wan di navbera 17-23 salî de, kampanyaya “Dengê min ê yekem ji Erdogan re ye” da destpêkirin. Di çarçoveya kampanyayê de li Silopiyayê, bi rêya PTT’ê zerfên ku broşurên bi nivîsa “Dengê min ê yekem ji Erdogan re ye” ji ciwanan re şandin. ev ciwan wê cara pêşî dengê xwe di hilbijartinan de bi kar bînin. Malbatên ciwanan, zerfên AKP’ê çirandin û avêtin çopê. Xelkê navçeyê nerazîbûn nîşan da û got, “AKP ya ku nikare bi hewara mexdûrên erdhejê ve biçe çawa ji me deng dixwaze?” 
 
Ciwanan ji çanda xwe dûr dixin

Endama Meclisa Şaredariya Silopiyayê Fehîme Sarûhan a ku heman zerf çûbû mala wan jî, nerazîbûn nîşan da û got, “AKP li şûna şandina zerfan bila ji bo mexdûrên erdhejê seferberiyê bide destpêkirin.”

Sarûhan, anî ziman ku kampanyaya AKP'ê bi xwe re di heman demê de bişaftineke çandî ye jî: “AKP’ê sê roj piştî erdhejê ev zerf anîn. Di zerfê de nivîsa ‘Dengê min ê ewil ji AKP'ê re ye’ tê nivisandin. Li ser navê ciwanan biryarê didin. Îradeya ciwanan esas nagirin. Yanî dibêjin, ‘ez ê li ser navê we biryarê bidim, bê ka hûn ê dengê xwe bidin kîjan partiyê.’ Ew ê nekarin bi van tiştan ciwanan bixapînin. Hem bêexlaqiyê nîşanî ciwanan didin, hem ji çanda wan dûr dixînin û hem jî ji rastiya xwe dûr dixin.”
 
Bila vê mesrefê li mexûran xerc bikin

Sarûhan di dewamê de got, AKP dixwaze rojên krîzê ji bo xwe veguherîne firsendê û wiha peyivî: “Li şûna vê, bila bi hewara herêmên erdhejê ve biçûya. Ew ne carekê lê sed caran jî biçin cem malbatên me, wê nekarin biryarên malbatên me biguherînin. Di ser erdhejê re ewqas roj derbas bûn, lê hêjî kesên di bin kavilan de dernexistine. Welat êşê dikişîne, lê ew qala betlane û telefonê ji bo ciwanan dike. Ez pirr bişens im ku ez ê dengê xwe yê ewilî nedim Erdogan. Jixwe, ciwan jî dibêjin, dengê xwe nadin Erdogan. Li şûna ku vî pereyî ji bo zerfan xerc bikin, bila ji mexdûrên erdhejê re bişînin. Ciwanên me bi van tiştên piçûk naxapin. Divê baş bizanin ku ciwanên me dengê xwe nadin telefonekê.”  

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.